Kovara Jin bi berga “Sosyolojiya Azadiyê ya Jinan” derket

Hejmara 103'an a Kovara Jin bi berga “Sosyolojiya Azadiyê ya Jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 103'an a Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê  weşanê dike, vê hefteyê bi berga “Sosyolojiya Azadiyê ya Jinan” derket pêşberî xwendevanên  xwe. Kovarê di vê hejmara xwe de balê dikişîne ser avakirina jiyana azad û wekhev ku bi pergala Modernîteya Demokratîk bikeve meriyetê.

 Sernavên ku di kovara Jinê de cih girtin wiha ne:

“* Azadbûna jinê: Ev meseleya hişmendiyê ye / Ruşen Seydaoglu

* Eniya Ekolojîk a Modernîteya Demokratik / Derya Akyol

* Ez ê dest ji jiyanê bernedim! / Zilan Diyar

* Avakirina jiyana ku ji dîrokê dadimisile û tê: Hevrêtî / Semiha Alankuş

* Herikîna asayî ya jiyanê / Oya Açan”