Kovara Jin bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojîiyê’ derket

Hejmara 78’yemîn ya Kovara Jin bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojiyê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 78’emîn a vê hefteyê bi berga ‘dewletperestî, kapîtalîzm û hilweşîna ekolojiyê’ derket. Kovarê di hejmara xwe ya vê hefteyê qirkirina ekolojîk û ev qirkirina ekolojîk li ser jiyana jinan çawa bandor dike girt dest.

 Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:

“*Li Kurdistanê polîtîkayên Gilgamêş: Zordariya li jin û xwezayê/ Dîlan Bebleşîn

*Panzehîra sîsteman kedxwarî û hegomonya: Îdeaya jiyana azad/ Beyza Ustun

*Polîtîkayên Kurd yên dewletê û sazumaniya qirkirina aboriyê/ Adalet Kaya

* Avakirina Mekanê zayendî û zayenda mekan/ Leyla Çita

*Bêyî dîtina krîza aborî, ma siwîrîna jiyanek din gengaze?/ Dîcle Dîlan Salman

*Bandora guherîna avhewayê li ser jinan/ wergera Kovara Jin-Ferhana Naznîn”