Kovara Jin bi berga ‘Dê Pênûsa jinan nekeve erdê’ derket

Hejmara 79’yemîn Kovara Jin bi berga ‘Dê Pênûsa jinan nekeve erdê’ derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her roja yekşemê derdikeve pêşberî xwendevanên xwe hejmara 79’yemîn a vê hefteyê bi berga ‘Dê Pênûs jinan nekeve erdê’ derket. Rojnameger Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku di 23’yê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê di encama êrişa artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, di berga kovara vê hefteyê de cih girt.

 Nivîsên divê hejmarê de cih girtin wiha ne:

“* Em ne “Terorîst” rojnameger in! / Nişmiye Guler

* Silav Ji Berxwedana Nazenîn a Gulê re! / Medya Doz

* Yek hebû ew her hebû! / Semiha Alankuş

* Hewl didin sepana Islehkirina Şerqê pêk bînin / Çîgdem Kiliçgun Uçar

* 1’ê Îlonê: Ji bilî şerê ji bo aştiyê tu rêyên me nînin! / Oya Açan

* Di pergala baviksalarî de hebûna me ya bi nasnameya jinê / Canan Kaya”