Kovara Jin bi berga ‘Dê ev roj ji bîra we dernekevin' derket
Hejmara 42’an Kovara Jin a ku bi berga "Dê ev roj ji bîra we dernekevin!" derket, bal kişand ser çîrokên jinên di berxwedana rojiya mirinê ya 19'ê Kanûnê de.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/12/20231217-20231217-823x463cc-mrk-17-12-23-jin-dergi-yeni-sayi-jpg41e271-image-jpg52aa51-image.jpg)
Navenda Nûçeyan-Hejmara 42'an a Kovara Jînê ku her hefteyê roja Yekşemê tê weşandin, bi sernavê “Dê ev roj ji bîra we dernekevin" hate weşandin. Di hejmara kovarê ya vê hefteyê de bîranîn û şahidiyên jinên piştî “Operasyona Vegera Jiyanê (Hayata Donuş)" a 19’ê Kanûna 2000’an de ketine rojiya mirinê û êrişên li wan hatine kirin, raxist ber çavan.
Sernavên di hejmara nû de wiha ne:
* 12 Roj / Oya Açan
* Di bin çavdêriya Netew-dewletê de mafê perwerde û zimanê zikmakî / Şukran Demîr
* Maryam Abu Daqqa: Rêwîtiya vegera Filîstînê / Capire - Werger
* Çîrokên min / Ayşe Çelîk