Kovara Jin bi berga berxwedana Kobanê derket

Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga “Şoreşa Jinê: Bingeha Jiyaneke nû” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 88’emîn a Kovara Jinê ku her hefte roja yekşemê bi awayê dijîtal tê weşandin, vê hefteyê bi berga “Şoreşa Jinê: Bingeha Jiyaneke nû” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara nû ya Kovara Jinê de berxwedana Kobanê û encamên wê tên nirxandin.

Sernavên di hejmara nû de cihgirtî ev in:

“* Ji Şoreşa Jinê ber bi konfederalîzmê: Weke pergala civakî ya nû ya berxwedanê, Kobanê / Fatoma Gokhan

* Rojava: Welatê kesên teslîm nebûyîn / Oya Açan

* Kirêt, qirêjî-jengî, qisûr / Sevînç Altan

* Li Tirkiyeyê ziman û telafûza medyayê / Nîlufer Şahîn

* Ji bo piştevaniya jinê rêyeke: Parastina qadên xwe yên jiyanê / Melîs Emîne Tantan”