Kovara Jin bi berga 8’ê Adarê derket

Hejmara 53’yan a Kovara Jîn bi berga “Ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve... bi Jin, Jiyan, Azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jîn ku her hefte carekê tê weşadin, hejmara 53’yan bi berga “Ji Rojhilata Navîn ber bi cîhanê ve... bi Jin, Jiyan, Azadiyê ve ber bi 8’ê Adarê ve” derket pêşberî xwendevanên xwe. Kovara Jin divê hejmara xwe de bal kişand ser 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û di hejmara vê hefteyê de cih da gelek nivîsên têkildarî 8’ê Adarê.

Nivîsên di hejmara nû de cih girtin wiha ne:

* Divê jin pergala xwe ava bikin / Hevpeyvîna bi Îlham Ehmed re - Dîren Engîzek

* Dengê şoreşa jinê ya mezin dibe: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ / Zehra Mohammed Zadeh

* Formûla biefsûn a jiyana azad: Jin, Jiyan, Azadî / Elîf Kaya

* Tiştên di 8’ê Adarê de tên bîra min / Oya Açan

* Weke şêweyeke hilberandina tundiyê astengiya zimanê dayikê / Esra Kahraman - Komeleya Dema Jinê ye

* Astengiya li pêşiya azadiya min hûn in / Cansu Kaplan

* Di têkoşîna wekheviyê de 8’ê Adarê / Çîgdem Goksoy - Komeleya Jinan a Mîmozayê

* Ey tirsonek, bes xwe li pişt desthilatê veşêre! / Gulbahar Alpsoy