Koordînasyona rêxistinên ciwanan ên Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê hat avakirin

Di Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê de, koordînasyoneke ji hûnerên hemû rêxistinên ciwan pêk tê hat avakirin.

Beyrud – Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ku duh bi beşdariya 21 rêxistinên ciwanan li paytexta Lubnan Beyrûdê dest pê kiribû, îro bi encamnameyekê bi dawî bû. Di konferansa ku bi dirûşmeya "Ciwan û avakirina pêşeroja azad" du rojan (8 û 9’ê Hezîranê) dom kir de, bandora modernîteya kapîtalîst li ser ciwanan, têkoşîn û ezmûnên xweseriya ciwanan, qirkirina xweza û jîngehê, rewşa jinên ciwan û azadiya jinan hatin nîqaşkirin. Pirsgirêkên ciwanan, rola ciwanan di pêşxistina çanda jiyana hevbeş û rêbazên pêşxistina hevgirtin û têkiliyên ciwanan jî rojevên sereke yên konferansê bûn.

Piştî nîqaşan, konferans bi xwendina encamnameyê bidawî bû.

Encamname wiha ye:

"Wek ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, em îro bi qeyranekê pergalê ya herî dijwar re rû bi rû dimînin. Her roj derbas dibe, şer û pevçûn li her deverê Rojhilata Navîn gûr belav dibin. Netewperestî û olperestî rê li pêşiya qirkirina gelan vedike û derî li pêşiya yekitiya gelan digire û xweza û dewlemendîyên heremê tên talankirin. Pergala Modernîteya Kapîtalîst di hebûna xwe ya 500 salan de, ji bilî şer, pevçûn, parçekirina civakan, mêtîngerî û talakirinê, ji bo gel û ciwanên Rojhilat Navîn, tişteke bi xwe re neanîye. Di roja me ya îro de ciwanên heremê ji mafên xwe yên pêşerojeke azad bêpar dihêle. Encamên wê yekê li her derê tên dîtin û hîskirin; Koçberî û guhertina demografî, kuştina jinan, şîddet û pêşketina hêzên paramilîter ku di xizmeta vê pergala teror li ser gelên heremê dimeşînin û bêçarêbûyîn li beramberî qeyrana heyî. Diyar eku ne rejîm û dewletên heyî ne jî hêzên kurewî ku bi destwerdanên xwe dixwazin dizayneke nû li ser herême ferz bikin, dikarin rêyeke derketine ji vê kaos û qeyrane peyda bikin. Divê ku em xwe bi hêviyên  ji derve re naxapînin. Encax gelên herême wê bi xwe bi xwe yekitiya xwe pêş bixînin, xwe bispêrin hêza xwe yê cewherî û bi vê awayê wê bikarin çareseriyê biafrînin. Îro ciwanên herema Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka xwe bi rêxistin dikin û ji bo pêşerojeke azad û bi adil têkoşîn dikin. Ciwantî tê wateya lêgerîna heqîqetê, lêgerîna çareseriyê û bi rolekê peşeng ji bo azadiya civakên xwe rabûne. Da ku em bikaribin bi hev re pirsgirekên heyî dahurandin bikin, rê û rêbazên têkoşînê diyar bikin û çareseriyên pewîst biafrînin, em di bin sîwana Înisiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka, di navbera 8’ê û 9’ê Hezîranê, li bajarê Beyrutê, li welatê Lubnanê hatine gel hev û wek 95 ciwan ji rêxistin, tevger û partiyên siyasî yên ji 15 dewletan beşdar bûn wek Tûnis, Cezaîr, Mexrêb, Misr, Sûdan, Yemen, Urdun, Tirkiye, Lubnan, Sûriye, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Ermenistan, Filistîn û Îranê, em diyar dikin:

1-Çareseriya qeyrana heyî encex ji derveyî pergala modernîteya kapîtalîst û bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk dikare were pêkanîn.

2- Modernîteya Kapîtalîst û hemû rehendên wê dê nikaribin çareseriyeke biafrînin, lê pirsgirêkên heyî hîn kûrtir dike.  Di konferansê de hate diyarkirin ku divê li beramberî hemû projeyên ku ji derve li ser herême tên ferzkirin, weke projeya Rojhilata Navîn a Mezin, her wiha îslama siyasî têkoşînekê fikrî, siyasî û civakî di nav hev de were meşandin.

3- Em hemû helwest û nêrînên ku çareseriyê ji derve hêvî dikin, bi nêrandineke oryantalîst a ku Rojhilata Navîn biçuk dibînin û hêza çareseriyê di xwe de nabîne, red dikin û li beramberî vê ciwanan wekê hêza herî dînamîk a guhertin û nûbûnê dibînin.

4Ruxmî hemû cudahiyên dîrokî, ziman, çand, kevneşopî, netewe û bawerî, pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîka bi hev ve girêdayî ne. Lewma ji bo ciwan bikaribin bibin hêza peşêng û çareseriyê, pewîstiyeke lezgîn bi avakirin û xurtkirina yekbûna hêza ciwanên herêmê dibîne.

5- Ji bo ku em bikarin vê yekbûna hêzê pêk bînin û gavên şênber ber bi konfederalizma ciwanên Rojhilat Navîn û Bakurê Afrîkayê ve biavêjin konferansa me koordînasyoneke ku ji nûnerên hemû rêxistinan pêk tê, hilbijart û erkdar kiriye.

6- Em beşdarên konferansê kolekirina jin û desthilatdariya zilam li ser jinan, wek pirsgirêka herî bingehîn û sereke dibînin û diyar dikin ku  jinên ciwan hêza peşeng a demokratîk kirina Rojhilata Navîn in.

7- Beşdar projeyên netewe-dewlet ku gel û baweriyên herême, li hemberî hev sor dike, hebûna wan înkar dike û astengiya herî bingehîn li pêşiya jiyana hevbeş û demokratîk in, wek çareseriyê nabîne. Li şûna wê projeya neteweya demokratîk a ku mafê çarenûsa xwe diyar kirinê ya hemû pêkhateyên herêmê diparêze, ji xwe re esas digire.

8- Em pênaseyên ku têkoşînên rewa yên gelan wek terorîzm‘ binav û teşîr dikin red dikin. Em diyar dikin ku li beramberî her cûreyên dagirkerî û mêtîngeriyê parastina rewa mafê her civakekê ye.

9- Em li hemberî kapîtalîzm û îdeolojiya wê lîberalîzmê ku civakê li ser esasê destgirtineke sexte ya ‘azadiyê’ parçe dike û ferdperestiyê pêş dixe, ciwanan ji erkên xwe yên welatparêziyê dûr dixe,  li dijî zilamsalarî û talankirina xwezayê, tunekirina jîngehê, hemû şêwazên zordestiyê li ser bingeha zayend, nasname, ol, ziman û neteweyan têkoşînê dikin.

10- Em polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku di xizmeta berjewendiyên hêzên modernîteya kapîtalîst de ye û ji Libya bigire heta Kafkasya, Yemen û Kurdistanê tên pêşxistin, wek dijminê hevbeş ê hemû gelên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dibînin. Li ser vê bingehê piştgiriya têkoşîna hevpar a gelê Kurd û gelê herême dikin.

11- Em dagirkeriya Îsraîlê û qirikirina ser gelê Filistînê şermezar dikin. Em têkoşîna gelê Filistînê ya ji bo azadiyê rewa dibînin û her projêyeke ku gelê Yahûdî û gelê Filistînê tîne dijîber hev red dikin."