Ji Konseya Ewropayê bang

Komîteya Wezîran a Ewropayê xwest ku Hevserokên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş demildest bên berdan.

Navenda Nûçeyan- Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, tevî biryara ‘binpêkirinê’ ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), biryar nedana Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş hê jî girtiye rexne kir.

Komîteyê daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş kir, bal kişand ser rewşa hevseroka berê ya girtî Fîgen Yuksekdag jî daxwaza berdana wê kir.

‘Dê gavên cuda bên nirxandin’

Parêzer Mahsûnî Karaman têkildarî biryara komîteyê li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir:

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ya îro de nerazîbûn nîşanî biryarnedana AYM'ê ya tevî biryarên AÎHM û Komîteyê rexne kir û daxwaza berdana Demîrtaş dubare kir. Ger heta danişîna meha Îlonê neyên berdan dê komîte gavên cuda binirxîne. Komîte her wiha li gorî biryara Yuksekdag Şenoglu û yên din xwest Fîgen Yuksekdag jî tavilê bê berdan.”