Konseya Bajêr a Amedê qadên kombûnê ragihand

Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, qadên ku welatî dikarin lê kombînin parve kir.

Navenda Nûçeyan – Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Amedê, piştî erdhejê maseya krîzê ava kir. Platformê qadên ku gel dikare lê kombibe diyar kir û ragihand.

Di daxuyaniya ku ji maseya krîzê ve hat dayîn de bang hat kirin ku li qadên kombûnê rawestin. Maseya krîzê ku banga hişyarbûnê kir, xwest hemû kes alikariya timên rizgarkirinê bikin.

Qadên kombûnê yên Konseya Bajêr parvekir, wiha ne:

“*Navçeya Rezan; Parka Kosuyolu, Parka Korhat, Batikent, Parka Newroz.

*Navçeya Kayapinar; Meydana Bajêr, Park 75, Parka Tema, aliyê Parka Orman Diclekent, Stadyuma Amedê, Kompleksa Talaytepe Mamedspor, kortên tenîsê 75 û Kompleksa Sporê ya Şehîd Gulser.

*Navçeya Sûrê; Meydana Dagkapi

*Navçeya Yenîşehîrê; Salona Dawetê ya Demîrok, Parka Anit, Parka Tokî ya Seyrantepe, Kompleksa Sporê ya Seyrrantepe û Parka Sûmerê.”