Kongreya Star Zeyneb Kinaci bi bîr anî
Kongreya Star a Hesekê bi boneya bîr anîna yek ji pêşengên jinên Kurd Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan seminer da.
Hesekê- Bi boneya salvegera 25’emîn a çalakiya fedayî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan û bi wesîleya salvegera yekemîn a komkujiya Helincê, Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semînerek li dar xistin. Hol bi wêneyên komkujiya Helinê û Zeyneb Kinaci hatibû xemilandin. Bi dehan endam û rêveberên saziyên civaka sivîl beşdarî semînerê bûn. Semîner ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên ve hate dayîn.
"Zîlan bi hişmendiya azadiyê bersiva herî mezin da komplogeran"
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Lîlav Hisên tevahî pakrewanên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Beriya 25 salan di 30'yê Hezîrana 1996'an Zîlan li navenda Dersîmê bi çalakiya fedaî darbeya herî giran a dîrokî li pergala faşîst da. Zîlan bi hişmendiya azadiyê bersiva herî mezin da komplogeran. Zîlan bû sembola jina azad û bi çalakiya xwe xeta fedayî û pêşengtiya jinê xurt kir. Desthilatdar dixwaze xeta ku Zîlan ji bo tevahî gelên azadîxwaz avakiriye têk bibe, lê şopdarên Zîlanan rê nadin desthilatdaran. Em weke Kongreya Star hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr tînin û soza bilindkirina têkoşînê didin."
Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semer Ebdullah jî pakrewanên meha hezîranê bi bîr anî û got: "Heyva Hezîranê heyva şehîdan e. Çalakiya fedayî ya ku Zîlan pêk aniye mohra xwe li dîroka jinê da. Ji dîrokê bigire heta roja îro bi hezaran pêşengên jin xeta Zîlanan dom dikin û em jî şopdarê wan in."
Paşê peyama Zeyneb Kinaci hate xwendin. Semîner bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.