Kongreya Star qetîlkirina 2 jinên ciwan şermezar kir

Di heyva Hezîranê de 2 jinên ciwan li bajarê Hesekê bi awayekî guman hatin qetîlkirin. Girêdayî qetîlkirina her du jinên ciwan, Rêxistina Kongreya Star a Kantona Hesekê daxuyanî da.

 
Hesekê – Di meha Hezîranê de 2 jinên ciwan li bajarê Hesekê bi awayekê guman hatin qetîlkirin. Jinên ciwan ên ku hatine qetîlkirin yek ji wan R.N.A 17 saliye û ji taxa Eskerî ya bajarê Hesekê ye. Ya din jî H.S.M ew jî 16 saliye û ji taxa Giwêran a bajarê Hesekê ye. Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê qetilkirina her du jinên ciwan şermezar kirin. Daxuyanî li çerxerêya Kevokê ya taxa Miftî ya bajarê Hesekê hate dayîn.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Rêveberiya Kongreya Stara bajarê Hesekê Celîla Mele Elî ve hate xwendin wiha bû: "Di dîrokê de jin bi gelek zehmetiyan re derbas bûne. Bi derketina pergela dewletê ya desthiladar, di civakê de hişmendiya ku jin wekî bar, namûs û dara şikestî dibîne belav kir. Bi navê van hişmendiyan gelek jin bi darê zarê hatin zewicandin û qetîlkirin. Li hember van hişmendiyan, berxwedana jinan ên pir mezin derket holê. Jin hewil dide civakê li ser pergala hevjiyana azad avabike û hişmendiya baviksalarî ji holê rabike.  Hişmendiya serdest da ku jin li ber xwe nede û sernekeve jinan qetîldikin û bi tundiyê re rû bi rû dihêlînin. Her wiha bi van hişmendiyan dixwazin rola jinê di civakê de tune bikin. Qetîlkirina jinan rengê tundiyê ye. "
"Qetîlkirina jinan pêşeroja civakê tehdît dike"
Celîla di daxuyaniyê de diyar kir ku ew weke Rêxistina Kongreya Star qetîlkirina jinan napejirînin û teqez kirin ku qetîlkirina jinan pêşeroja civakê tehdît dike û wiha pê de çû: "Heyva Hezîranê bîranîna şehîdên qehreman û têkoşer Sema, Zîlan, Leyla, Zehra, Hebûn û dayika Emîne ye ku armanca wan pêşxistina civakek azad ji bo tevahî jinan bû. Ev bûyera herî dawî qetîlkirina her du jinên ciwan, divê heyvê de ne tesadûf e. Îro li dijî tevgera jinê pilanek qirêj tê meşandin. Kesên ku jinên ciwan ên ku di vê temenê de qetîl dikin em ceza dixwazin. Ji ber ew zarokin û hîn jî temam nebûne. Kesên ku wiha dikin bi navê namûs ango aşir xwe xilas nekin. Em weke Rêxstina Kongreya Star qetîlkirina jinan şermezar dikin û teqez dikin ku qetîlkirina jinan pêşeroja civakê tehdît dike. Civaka ku têde ciwan ango jin werin qetîlkirin ew civakek hedefgirtî ye. Lewma pêşxistina hişmendiya civakê li ser bingeha hevjiyana azad dê bikaribe rê li ber gefên ku li ser civakê tên kirin bigre. Ji bo wê em soza bilindkirina têkoşînê didin û em ê civaka xwe ji hişmendiya baviksalarî xilas bikin."
Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyane, jiyanê nekuje" bi dawî bû.