Kongreya Star: Li Tirkiyê hedefgirtina jinên siyasetmendar

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî girtina jinên siyasetmedar ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hevşaredar parlementor, Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û xebatkarên Komeleya Jinan Rosa jî di navê de gelek jin hatine girtin. Koordînasyona Kongreya Star a Rojava têkildarî girtinên hîna dewam dikin daxuyaniyek nivîskî da. 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser cezayê li Çîçek Kobanê birine û wiha dom kir: "Bi salane dewleta tirk êrîşî sazî û partiyên Bakurê Kurdistanê dike. Bi hincetên cuda bi qezenckirina raya netewdewletên Ewrûpayê êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê rawa dike. Ji astengkirina hevdîtinê bi Rêber Apo re, derbasbûna xaka Sûriyê, deswerdana Lîbyayê her wiha bikar anîna çekê kîmyewî di şerê Serêkanî û Girê Spî de, girtina şervana YPJ Çîçek Kobanê, ji axa Sûriyeyê birin û hikma muebedê lê birîn, ev hemû sûcên li dij mirovahiyê ne. Tu saziyekî mafê mirovan li cîhanê van sûcan rawa nabîne, bi taybet sûcê ku dewleta tirk li ser gel û jinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ji 2015'an ve û heta niha di derbarê parlementerên jin, siyasetmedarên jin û hevserokên şaredariyên jin îşkence meşandin û ji mafê xwe yê jiyanê bê par hiştin.”
"Vekişîna ji Peyîmana Stenbolê rewakirina êrîşên ser jina ne"
Di daxuyaniyê de ji bo Peyîmana Stenbolê jî ev tişt hat gotin: “Di van demên dawî de pirskirêk û nakokiyên dewleta tirk ên hûndirîn zêde dibe. Ji bo ku rengê demokrasî û pir rengî belav nebe, di şexê jinên hevşaredar, siyasetmedar û çalakvan de diperçiqîne. Ev yek jî tê wateya ku hêza dewleta tirk ya çareseriyê bi rêya diyalog û nîqaşan têr nake. Her wiha fikir, rê û rêbazên cuda û alternatîfa jiyana hevbeş û pir rentî tune ye. Yan jî ne mûmkune ku hêza wî ya desthilatdariyê bihêle jiyaneke azad bijî. Ev zagona Stenbolê li dijî tundiya li ser jin û malbat mafê parastina jinan misoger dikir. Êdî bi rê û rêbazên ji bo rawakirina girtin û binçavkirina jinên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xwe ji Peymana Stenbolê vekişand. Bi vê awayî jin bi rojane tên binçavkirin. Di heman demê de êrîş li ser Komeleya Rose hate kirin û hin endam û dayikên aşitiyê hatin girtin. Ev kiryarên hovane dide diyar kirin ku dewleta tirk ji bo parastina Împaratoriya Osmaniyan her cûre hovitî bi kar tîne. Her reng û cureyên îşkence û peydakirina zor û zehmetiyan karê xwe yê sereke dibîne. Ji bo astengiya projeya demokrasî û wekheviya zayendan êrîş dike. Ji ber desthilatdar baş dizane ku projeya ku jin têde bingeh were girtin wê ew proje bi ser bike.
Em wek Rêxistina Kongreya Star bang li hemû saziyên navneteweyî yên mafên mirovan û mafên jinan dikin ku destwerdaneke lezgîn ji bo rewşa Tirkiyê çêdibe û mijarên girtina bê heq yê parlementor û hevşaredarên gelên azadîxwaz were lêkolînkirin. Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan ku bi yek deng û yek helwesbin ji bo neheqiya ku li ser jinan tê kirin bi xurtkirina kar û xebatên jin ên ji bo pêkanîna projeya netewa demokratîk armanca me be. Dîsa banga me ji hemû jinên Kurdistanê heye ku roleke sereke û bingehîn li dar xistina kongreya netewî de bileyizin da ku em bibin dengê hêza parastina hemû jinan."