Kongreya Star li gundan semînerên 25'ê Mijdarê dide
Kongreya Star di bin diruşmeya "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" dest bi lidarxistina semîneran li gundên navçeya Til Temirê kiriye û hewl dide ku reng û şêweyê tundiyê yên rast ku ji aliyê mêr ve li ser jinan tê meşandin bide têghiştin û jinên gundan wateya 25'ê Mijdarê nas bikin û ji buyî wê çi têkoşin pêwîst dike ku têbikoşin.
Hesekê- Di 20'ê Mijdarê de, Kongreya Star û hemû rêxistinên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pilansazî û bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê eşkere kirin. Kongreya Star li ser asta Rojavayî Kurdistanê di bin diruşmeya "Têbikoşe! Dagirkerî û tundiyê têk bibe" semîneran li gundan lidar dixe. Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dest bi dayina semîneran kiriye û gorî tê zanîn wê Kongreya Star bi hevkariya Meclisa navçeyê û PYD'ê re, zêdetirî 30 semîneran lidar bixin. Her wiha Kongreya Star li gundê Geren û Ebû Fixêd ê ku rojavayî Çiyayê Kizwanan dikeve, du semîner lidar xistin û zêdetirî 80 jinî lê amade bûn.
"Têkoşîneke hevpar jin û mêr bi hev re pêwîst dike"
Piştî deqeyek rêzgirtin ji giyanê pekrewanan re, di semînera ku ji aliyê Endama Kongreya Star Xedîcê Ehmed ku li gundê Ebû Fixêd ve hate dayin wiha hate gotin: "Gerdon tevahî matmayî dima, dema ku jinek bi zarokekê ducanî dibû û di hundirê xwe de roj bi roj mezin dikir. Jina xwedawend heman wextê dayik, hevjîn, xwûşk û keç bû, ji lewra di serdemên destpêkê yê mirovahiyê de pir rêzgirtin jêre digirtin û wê pîroz didîtin. Di heman wextê de jî dermanên tiba xwezayî diafirand, beriya ku li zarokên xwe jî biceribîne wê bi xwe bikar dianî û ger dibû ji hemû kesên nexweş re dihate bikaranîn. Jiyana xwe dixiste xeteriyê, bi armaca afirandina dermanekî ango tiştekî sûdê li civaka wê bike. Di vir de, dema ku mêr dibîne êdî her tişt ji destê wî derdikeve, xwest ku zanista jinê têk bibe û ji aliyekî din jî wê teşhîr bike, ev yek jî di diket rêza tundiya li dijî jinê. Dema ku jin ji tundiyê re bêdeng dimîne, roj bi roj rengê tundiyê zêde dibin. Ji lewra bêdengî mirin e û dihêle ku mêr êdî destdirêjiya li ser jinê zêde bike û tiştekî ku jêre bibe bendav tune ye. Ji hemû rengê tundiyê ji tundiya aborî heya civakî, ruhî û bedenî û devkî jî divê ku jin serî hildin û êdî bizanibin ku tundî tundiyê tîne. Divê ku jin êdî hişmendiya xwe û mêr tev de biguhere û civakeke wekhev û exlaq ava bikin. Wiha nebe, ne jin û ne jî mêr azad dibin."
"Pirsgirêkên navbera hevjînan de, zarokan ber bi nexweşiyên piskilojî û tundiyê ve dibe"
Di heman demê de Edla Mihemed di semînera ku li gundê Geren hate dayin de jî ev yek anî ziman: "Pirsgirêkên ku di nava malbatê de rû didin, bandoreke pir mezin li zarokan dikin. Law difikire ku mezin bibe wekî bavê xwe bibe û bi tundiyê difikire û zaroka keç jî difikire ku çawa ji vê malbatê xilas bibe û bi nexweşiyên piskilojî re rû bi rû dimîne. Ji lewra ya rast ew pirsgirêkên di navbera hevjînan de, li pêşya zarokan neyê gotin û li cihekî tenê werin çareserkirin. Ev yek ji pirsgirêkên civakê ye, ku êdî divê bi dawî bibe. Bi dehan rengê tundiyê hene, ji lewra li hember ewqase rengan jî pêwîstî bi rastî, bi têkoşîneke hevgirtî û hevbeş heye. Jin û mêr hişmendiya xwe biguherin û mêr jinê wekî jin bi hemû maf û hiqûqê wê qebûl bike, wê demê em dikarin bêjin ku em ber bi civakeke wekhev û exalq ve dimeşin."
Piştî ku semîner bi dawî bû, jinan nêrînên xwe anîn ziman û hêviya guhertina hişmendiya mêr kirin û dan payin ku di civaka ereb de, ya ku herî zêde tê îşkencekirin û bi tundiyê re rû bi rû dimîne, jin e û hinceta wê jî adetên civakî ne. Di heman wextê de jî dema ku serpêhatiya 25'ê Mijdarê ji jinan re hate gotin, pir hestiyar bûn û gotin ku yekemîn car e bi çîroka her sê xwûşkên Merîbal û berxwedaniya wan jinan û çîroka 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna tundiya li dijî jinê, dibhîzin.