Kongreya Star li dijî kiryarên dewleta tirk daxuyanî da

Li dijî êrîşên dewleta tirk li ser Şengalê û sûcên ku di girtîgehan de tên kirin, Kongreya Star daxuyaniyek da çapemeniyê.

Kobanê-Dewleta tirk bi rêbazên cur be cur êrîşên xwe li ser jin û civakê pêk tîne, herî dawî bûyer li navçeya Xanesorê pêk hat û di encamê de sivîl hatin hedefgirtin. Her wiha jinên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de dimînin rojane rastî destdirêjî, tacîz, tecawiz û îşkenceyê tên. Herî dawî Garîbe Gezer di girtîgehê de hat qetilkirin, beriya ku bê qetilkirin di nameyekê de nivîsî bû ku ew rastî tecawizê hatiye. 
Di daxuyaniyê de alên Kongreya Star hatibûn hildan, bi dehan jin amede bûn. daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star hat dayîn û aliyê Rêvebera Qada Civakî ya herêma Firatê Madlên Şêx Xidir ve hat xwendin.
Ji raya giştî ya cîhanê re
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi navê Kongreya Star a herêma Firatê em êrîş û kiryarên dewleta tirk ên derexlaqî ku mirovahî û nirxên mirovahiyê bûne qurbanê êrîşên neviyên Osmaniyan şermezar dikin. Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bû hedefa êrîşan û herî dawî li Şengalê bi balafirên asîmanî yên bêmirov êrîşî Xansorê kirin. Her wiha girtiya siyasî Garîbe Gezer a di girtîgeha Tîpa F ya hejmar 1 a Kandirayê girtîbû bi awayekî bi guman mirî hat dîtin û beriya wê rastî tecawiz û îşkenceya zayendî hatibû. Ji bo vê yekê êrîş û planên li ser Şengalê weke berdewamiya jenosîda 4'an li ser gelê herî kevnar ê Şengalê û bi taybetî li ser gelê Kurd bi armanca qirkirin, tunekirina neteweyî û gelê Kurd pêk tên. Ev êrîşên ku pêk tên bi piştgiriya NATO, PDK, Iraq û îxanetkaran pêk tên û hewl didin kiryarên xwe yên fermanê berdewam dikin. Bi hemû hovîtiya xwe êrîşî destkeftî, netew, bawerî demokrasiya gelê Rojhilata Navîn dikin. Dixwazin çanda gelan tasfiye bikin desthilatdarî û serweriya xwe berdewam bikin."
Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Şêranê Selamê Fadil li hemberî kiryarên dewleta tirk ên li ser Şengalê û rewşa jinan bertekên xwe anî ziman.
"Jinên serî hildidin tên kuştin"
Selamê di axaftina xwe de bal kişand ser bûyera li Şengalê û rewşa jinan li Bakurê Kurdistanê û wiha pêde çû: "Di van demên dawiyê de dewleta tirk careke din êrîşî Şengalê kir û di encamê de sivîl şehîd ketin. Piştî wê bi çend rojan dîsa ji aliyê dewleta tirk ve êrîş pêk hatin. Ev ne cara yekemîn e ku êrîşên bi vî rengî tên kirin. Lê em dizanin ku kesek welatparêz be yan jî bi rêxistinê ve girêdayî be dibe hedefa dijminên dagirker wek dewleta tirk. Her wiha niha bênavber êrîş li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava tên kirin, li ser riya M4 rojane sivîl birîndar dibin. Li hemberî desthiladarî serî hildan dihêle ku dewleta tirk bêtehmuliya xwe li dijî van kesan nîşan dide ji bo wê sivîl tên kuştin. Her wiha li Bakurê Kurdistanê di girtîgehê de piştî îşkence û lêdanê Garîbe Gezer bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Dewleta tirk bi hemû rêbazan tundiyê li ser jinan dide meşandin, bi taybetî jinên ku hişmendiya dewleta tirk napejirînin. Li hemû deverên cîhanê jin tên kuştin lê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê qetilkirina jinan her ku diçe zêdetir dibe."