Kongreya Star li dijî êrîşa dewleta tirk daxuyanî da
Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê li dijî bombebarana dewleta tirk a duh li ser Kobanê daxuyanî da. Kongreya Star soza bilindkirina têkoşîn û berxwedanê da.
Kobanê- Dewleta tirk duh bi balafireke bê mirov maleke sivîlan li Rojhilatê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de du kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
Di vê çarçoveyê de rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê, li dijî vê bûyerê daxuyaniyeke devkî da. Her wiha daxuyanî ji aliyê partiyên siyasî û Komeleya Mafên Mirovan ve jî hatin dayîn.
Daxuyanî ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Macîde Hesûn ve li qada Jina Azad hat dayîn.
Daxuyanî wiha ye:
Em weke Kongreya Star a herêma Firatê êrîşa faşîzan a dewleta tirk a li ser Kobanê, şermezar dikin. Di vê êrîşê de daxwaza dewleta tirk a tunekirina sazî û rêxistinên li vê herêmê diyar dibe. Her wiha hevgirtina dewleta tirk a bi hêzên li vê herêmê re eşkere dibe. Dewleta tirk ev cara 6`emîn e ku Kobanê bombebaran dike, ew dixwaze bi vê rêbazê moral, hêz û vîna gelê me lewaz bike.
Bersiva me ya li hemberî van êrîşan heye bêguman. Em dibêjin; hûn nikarin hêz û vîna me tune bikin. Em hêzên hegomonîk ên ku qaşo garantor in, berpirsyarên van êrîşan dibînin. Her wiha em kesên xwefiroş ku sîxuriyê ji dewleta tirk re dikin û ev êrîş bi riya wan tên kirin, şermezar dikin.
“Em ê bi hev re faşîzma dewleta tirk bibin”
Em ê li hemberî van êrîşan rêxistinbûna xwe xurtir bikin û têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em tu carî bi van rêbazan nayên qirkirin, em xwedî projeya Neteweya Demokratîk in. Kobanê ya gelê wê ye û dê wiha jî bimîne. Em ê êdî bêdeng nemînin, ji lewre bangawaziya me ji bo her çar perçeyên Kurdistanê û kesên azadîxwaz ew e ku em ê êdî bi hev re dawiyê li faşîzma dewleta tirk bînin.
Wê berxwedana me berdewam bike û heta ku azadiya me pêk neyê em ê her tim li ser piyan bin.
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bimre îxanet" bi dawî bû.