Kongreya Star li dijî darizandina Çîçek Kobanê daxuyanî da

Rêxstina Kongreya Star a herêma Firatê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî darizandina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê daxuyanî da û bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên dewleta tirk helwestên xwe nîşan bidin.

 
Kobanê - Dewleta Tirk di 23'ê Adarê de şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê (Dozgîn Temo) darizand û cezayê muebed lê birî. Çîçek di 25'ê Mijdarê 2019'an de ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve li Kantona Girê Spî hatibû girtin. Li dijî biryara dewleta tirk, Rêxstina Kongreya Star a herêma Firatê bi amedebûna dayika Çîçek Kobanê Wehîde Osman, Desteya Jin, Komîn, Meclîs, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tev-Dem û Hîlala Zêrîn li qada Jina Azad daxuyanî da çapemeniyê.
'Dewleta tirk cezaya muebetê li Çîçek Kobanê birî'
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Kongreya Star a herêma Firatê Madlên Şêx Xidir ve hate xwendin wiya ye: "Di qonaxeke ku cîhan tev de bû şahidê rola şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) yên Kurd di têkbirina çeteyên DAIŞ`ê. Mixabin cîhan li hember wê deyna dîrokî bê wefayî nîşan da. Delîla herî ber bi çav ya vê yekê jî bêdengiya civaka navneteweyî û rêxstinên cîhanî ya li hember dîlgirtina şervana YPJ`ê Çîçek Kobanê ye. Çîçek Kobanê şervaneke Kurd e, di şerê li hember DAIŞ`ê  di çeperên herî pêşî de şer kir. Dewleta tirk ji dîlgirtina wê zêdetir, cezayê muebed lê birî. Mafê Tirkiyê tune ye ku li hemwelatiyeke welatekî din ceza bibire, ji ber vê ew bi van kiryaran zagon û hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Her wiha ew di kesayeta Çîçek Kobanê de kîn û dijminatiya xwe ya li hember hebûna jinan û mafê gelan nîşan dide.
'Kes nikare eşqa me yê azadiyê rawestîne' 
Madlên Şêx Xidir di daxuyaniyê de bang li Rêxistina jinan kir ku helwestên xwe li hember darizanindani Çîçek Kobanê nîşan bidin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Em weke Rêxistina Kongreya Star banga hemû rêxstinên mafên mirovan, rêxstinên jin, sivîl û hiqûqî dikin ku li hember darizandina Çîçek Kobanê helwesta xwe nîşan bidin. Bertek nîşandayîna van aliyan tê wateya xwedîderketina li keda şervanên YPJ`ê ye. Li ser vê  bingehê em soza bilindkirina têkoşîna xwe didin û teqez dikin ku tu kes nikare eşqa me ya ji azadiyê re rawestîne. Emê di oxira vê dozê de têbikoşin û tola xwe ji dewleta Tirk hilînin.
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwedaniya jina şerker" û "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.