Kongreya Star komkujiya Helincê bibîranî

Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyek nivîskî Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî bi bîr anîn û diyar kirin ku ew di şexsê wan de tevahî pakrewanên rûmetê bi bîr tînin û soza domandina têkoşîn û şoreşa wan a ji bo azadiyê didin.

Navenda Nûçeyan – Di 23'yê Hezîranê de dewleta tirk bi balafirên bê mirov êrîşî gundê Helincê ya Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û di encamê de Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî jiyana xwe ji dest dan. Di salvegera yekemîn a şehadeta wan de Koordînasyona Kongreya Star a Rojava bi daxuyaniyekê nivîskî ew bi bîr anîn. 
Di daxuyaniyê de di şehsê her sê jinan da hemû cangoriyên azadiyê hatin bi bîr anîn û wiha hate gotin: "Em 1'emîn salvegera şehadeta Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Weysî yên ku di êrîşa dewleta tirk, li ser gundê Helincê di 23'ê Hezîranê de hatin hedefgirtin şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya dezgehên hiqûqî ya navneteweyî şermezar dikin. Ew bêdengiya we hevkariya we bi sûcên şer re dide nîşandan. Di 1'emîn salvegera şehadeta Endam û Rêveberên Kongreya Star a Herêma Firatê de em hemû şehîdên rûmetê bi bîr tînin û soza domandina têkoşîn û şoreşa wan ji bo azadiyê didin. Em şehîdên azadiyê yên ku ji bo wekheviya civakê têkoşîn dane meşandin ji bîr nakin û wê şehîdên me her dem di dilê me de bijîn. Em ê bi hezaran jin li ser fikir û birdoziya azadiya demokratîk bimeşin û daxwazên wan pêk bînin. Jina kurd pêşengtiya doza azadî û demokrasî ji bo hemû jinên cîhanê dimeşîne. Ji bo wê dewleta tirk jinan hedef digire. Me dît li Kobanê jinên siyasetmedar û Fransayê jinên mîna Sakîna Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ji aliyê îstixbarata dewleta tirk ve hatin hedef girtin. Herî dawî jî xebatkara Partiya Gelan a Demokratîk Denîz Poyraz hate hedef girtin. Pilanên dewleta tirk û qirkirina li dijî jinan li herêmên dagirkirî jî didome."
Dewleta tirk ji îradeya jina azad ditirse
Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinên cîhanê hat kirin ku li dijî wehşiyeta dewleta tirk xwedî sekneke dîrokî û mîrasekî têkoşîn bin û wiha hate gotn: "Dewleta tirk ev 10 salin dijminatiya gelê azadîxwez dike û parlementer hiqûqnas, siyasetmedar û rojnamevenan digire û hemû zagonên navdewletî bin pê dike. Dewleta tirk ji îradeya jina azad a ku ji bo doza gel, ax û welatê xwe têdikoşe ditirse. Ji ber herî zêde jin pêşengtiya têkoşîna azad dikin û li dijî dagirkeriya dewleta tirk disekinin. Em weke Kongreya Star hemû êrîş û qirkirinên di derheqê gelê Rojhilata Navîn de bi taybet di derheqê jinên şoreşger  û têkoşer de şermezar dikin. Banga me ji hemû rêxistinên jinan re heye ku destê xwe bidine hev û li dijî wehşiyeta dewleta tirk xwedî sekneke dîrokî mîrasekî têkoşîn  bin."