Kongreya Star ji bo 8'ê Adarê dest bi rêzecivînan kir

Rêxistina Kongreya Star a Kobanê bi wesîleya Roja Jinên Kedkar a cîhanî, li komîngehan civîn li dar xist.

Kobanê- Roja Jinên Kedkar ya cîhanî di encama têkoşîna jinên ji bajarê New Yorkê yê Emerîkayê ku li seranserî cîhanê bi hezaran jin xwedî li têkoşîna wan derketin, hat pejirandin. Di 16'ê Kanûna 1977'an de Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanî weke rojeke fermî qebûl kir û ragihandin. 
Di vê çarçoveyê de Rêxstina Kongreya Star a Kobanê bi dirûşma "Tekoşîna me temineta şoreşa jinê ye" dest bi rêzeçalakiyên ji bo 8'ê Adarê kirin. Li ser vê bingehê îro civîn li taxa çehîd Moro, Yihiye û Xebat, her wiha li gundê Garozê yê girêdayî navçeya Şêranê û li beldeya Pêndir a Kantona Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin li dar xistin. 
Civîna ji bo şêniyên taxa şehîd Moro, li komîngeha taxê hat li dar xistin. Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna canogriyên azadiyê destpê kir. Piştre Rêveberiya Mala Jin a herêma Firatê Sultan Hemdî li ser dîroka Roja Jinên Kedkar a Cîhanî û girêdana wê ya bi şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, axivî.
Sultanê di destpêkê de behsa dîroka roja Jinên Kedkar ya cîhanî kir û wiha got: "Emerîkayê bîranîna jinên ku hatine qetilkirin qedexe kir. Ji ber vê seroka Partiya Sozyalîm a demokratîk li Almanyayê Kilara Zêtkîn di kongreyeke giştî de pêşniyar kir ku 8'ê Adarê weke Roja Jinên Kedkar a Cîhanî were ragihandin. Kesên ku beşdarî kongreyê bibûn, pêşniyara Kilara Zêtkîn erê kirin. Lê dewletên navneteweyî û bi taybet Emerîka ev biryar nepejirandin. Ji lewra li gelek welatan jin herikîn qadan û vê carê daxwaza mafê xwe yê dayikbûn, dengdan, kêmkirina demjimêrên kar û bi dawîbûna şer kirin. Bi vê rengî jî 8'ê Adarê ji bo bîranîna jinên ku hatin qetilkirin weke Roja Jinên Kedkar a cîhanî hat ragihandin."
Sultan Hemdî diyar kir ku wê Kongreya Star xwedî li destkefiyên jinan derkeve û wiha axivî: "Em weke jinên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê 8'ê Adarê weke rojeke sembolîk digirin dest. Ji bo me hemû dem, rojên têkoşîn û berxwedaniyê ne. Em weke Kongreya Star dibêjin ku wê hemû rojên me bibin rojên têkoşîna azadkirina jin. Me weke jin di hundir şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de, şoreşeke xweser bi ser xist. Ji ber vê em ê van destkeftî û mîrasê bi ruhê berxwedaniya 8'ê Adarê biparêzin û azadiya xwe misoger bikin."
  Civîn b dirûşma "Jin jiyan azadî " bi dawî bû.