Kongreya Star êrîşên dewleta tirk li hember Kobanê şermezar kir
Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li hember bajarê Kobanê şermezar kir.
Qamişlo- Dewleta tirk bi balafirên bê mirov di 20 û 23'yê Cotmehê êrîşî Kobanê kir û di encamê de maşineyên sivîlan armanc kir. Li dijî vê yekê welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û êrîş bi çalakiyan şermezar kirin. Îro jî Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kir. Her wiha di daxuyaniyê de sazî û dezgehên girêdayî Rêxistina Kongreya Star amadebûn û alê Kongreya Star hatibû hildan. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo, Menîca Heyder ve hate xwendin.
Menîca di daxuyaniyê de êrîşên dewleta tirk li dijî bajarê Kobanê bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em bi navê Rêxistina Kongreya Star a bajarê Qamişlo, êrîşên dewleta tirk a faşîst li hember bajarê Kobanê û li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar dikin. Ev herêm berxwedanek mezin û lehengiyê li dijî dewleta tirk û çeteyên wê raber kiriye. Ev berxwedan û serkeftin li hemberî dijminên kurdan, dîrokek bû ku herkes pê şanaz dibe. Dewleta tirk siyaseta xwe li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û armanca wan ewe ku gelê resen ên herêmê ji tunekirin, koçberkirin û komkujiyan re derbas bikin. Heta niha jî dewleta tirk bi awayekî rehet herêmên ku dagirkiriye guhertinên demografiyê pêk tîne. Her wiha binpêkirinan li ber çavê tevahî cîhan û bi taybet li ber çavê Rêxistina Mafê Mirovan pêk tîne. Divê Rêxistinên Mafê Mirovan eniya mirovahiyê û exlaqî bimeşîne. Her wiha dewleta tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike û PDK' jî hevkariya wan dike. PDK'ê bi kemînekê zarokên kurdan şehîd xist, ev yek jî îxaneta herî mezin e. Ev îxanet û sûc ji bo PDK'ê şermekî mezin e. PDK'ê bi salan e îxaneta xwe li dijî kurdan nîşan dide û xizmeta dijmin dike. Em îradeya xwe ji Rêber Apo digirin, loma em ê bi berxwedaniyê serbikevin. Me weke gel bi dirûşma "Berxwedan jiyane" dest bi meşa xwe ya azadiyê kiriye û em ê bi ser jî bikevin. Em herî dawî soz didin hemû şehîdên xwe ku em ê li ser xeta wan û Rêber Apo bimeşin."