Kongreya Star bi peyamekê cejinê Remezanê pîroz kir
Rêxistina Kongreya Star bi peyamekê cejina Remezanê li hemû gelan pîroz kir û got: “Em bi hêvî ne cejina remezanê bibe cejina hêvî, ewlehî û aşîtiyê ji bo hemû gelan.”
Navenda Nûçeyan – Bi boneya cejina remezanê Rêxistina Kongreya Star a Rojava bi peyamekê cejina remezanê pîroz kir û dan zanîn ku hêviya wan ewe ku ev cejin bibe cejina hêvî, ewlehî û aşîtî ji bo hemû gelan.
Peyam wiha ye:
"Bi boneya cejina remezanê em wekî Rêxistina Kongreya Star cejina remezanê li hemû gelan pîroz dikin bi taybet li malbatên şehîdan. Em bi hêvî ne cejina remezanê bibe cejina hêvî, ewlehî û aşîtiyê ji bo hemû gelan."