Kongreya Star bi boneya 8’ê Adarê peyam ji jinên Rojhilata Navîn re şand
Koordînasyona Kongreya Star wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re şand.
Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Kongreya Star bi bûneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê peyamek ji jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re şand. Di peyama xwe de bal kişandin ser qetilkiirnên jinan û behsa qetilkirina Seda El-Hermas û Hind El-Xidêr kir û da zanîn ku ji ber wan rêya azadiyê û têkoşîna li hember urf û adetan hilbijart, hatin hedef girtin. Di peyamê de banga bilindkirina têkoşînê ji bo tolhildana wan kir û wiha domand: "Ji zêdetirî sed salî ye ku em 8`ê Adarê wek Roja Jinan a Cîhanê pêşwazî dikin. Di vê rojê de dengê jinan ji bo azadiyê û bidestxistina mafên xwe bilindtir dibe.
“Berxwedana jinan gihaşt asta şoreşê”
Di peyamê de îşaret bi yekitî û hevgirtina têkoşîna hevbeş ji bo azadiya jinan, kir û wiha pêde çu: “Di cîhanê de jin gihaştine astekê ku rastiya fikrên zayendperestiya civakî ji her demê zêdetirî nas dike. Her wiha dizane ku desthilat xwe li ser koletiya jinan ava dike. Di salên dawîn de me dît ku çawa tundiya li dijî jinan gihaşt asta teror, qirkirina siyasî ya rejîma zayendperestiyê. Her wiha berxwedana jinan gihaşt asta şoreşê. Rastiya berxwedana jinan ku xwe li ser esasê têkoşîna hevbeş li tevahî cîhanê birêxistin kiriye, mohra xwe di serdsala 21`an de hiştiye.
Jin li tevahî cîhanê tê koşiyan û bi yek dengî têdikoşin. Di sedsala borî de jin li hember saziyên ku di bin desthilata mêran de bûn ku jiyan veguherand dojehê, bi dirûşmên cuda sekini. Em weke jinên Rojava (Bakur û Rojhilatê Sûriyê) em dizanin ku pêwîstiya şoreşa jinan bi berdêlên mezin heye û rastî zehmetiyan tê.”
"Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye"
Di peyamê de bal hat kişandina ser têkoşîna Seda û Hind û wiha dom kir: “Beriya mehekê her du hevrêyên me Seda û Hind li navçeya Şedadê ya Hesekê ji ber rêya azadiyê hilbijart, şehîd bûn. Her du şehîd li hember urf û adetên paşketî sekinîn. Ji ber wê jî bi awayekî hovane hatin şehîdxistin. Ji bo em tola hevrêyên xwe ku dev ji doza jinan berneda û canê xwe di oxira wê de da, em ê îradeya xwe xurt bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Em soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Bi boneya 8`ê Adarê û bi dirşûma ‘Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinê ye’ em vê rojê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.
Em hemû jinên ku destek û piştgirî di têkoşîn û şoreşa me de dan me, bi bîr tînin. Em jinên ku ji bo jiyaneke azad û wekhev tê dikoşin, silav dikin."