Kongreya Star: Ayşe Gokkan ji bo mafê jinan têdikoşe
Koordînasyoya Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê birîna cezaya 30 sal li Ayşe Gokkan şermezar kir û dan zanîn ku Ayşe Gokkan Berdevka TJA yê ji bo xwedî derketina mafê hemû jinan têkoşîn dikir.
Qamişlo – Rûniştina doza Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan bi îdiaya "Rêvebira rêxistinê", "Endamtiya Rêxistinê" hatibû vekirin li 9'emîn dadgeha cezayê giran a Amedê rojên borî hatibû dîtin. Dadgeh 30 sal cezayê li Ayşe Gokkan birî. Li dijî vê yekê Koordînasyona Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Di dema ku kurd bi hemû rê û rêbazên aşîtiyane hewil didin ku hebûna xwe li ser erdê misoger bikin, ji aliyê dewletên hegemonîk ve û dewleta Tirkiyê li hember qirkirinê tên. Qirkirinekî ku bi tu awayî di sedsala 21'an de nehatiye dîtin, an nehatiye bihîstin. Dema ku dibêje kurd, misoger tu dibêjî jin û dema tu dibêjî jin mûhaqaq tu dibêjî serkeftin, azadî û serfirazî. Ji ber prensîpên ku îdeaya rizgariya jin j ibo serkeftinê esas girtiye, helbet hebûna wê û tevgera wê pêwiste azad û serbest be. Lê li hember ewqas têkoşîn îspata hebûna xwe weke Gelê Kurd, îspata xwe weke jina kurd, ewqase zext, zordarî, zehmetî û îşkencekirin û ji mafê jiyanê bê par mayîn dikin para gel û jinên kurdan û azadîxwazan.
Li Rojayê Kurdistanê Hevrîn, yadê Eqîde, Zehra û yadê Emîne, li Başurê Kurdistanê Şîlan û Tolhildan, li Rojhilatê Kurdistanê bi darvekirin û surgûn kirin û li Bakurê Kurdistanê Leyla Gûven û niha jî Ayşe Gokkan ya ku bi cezaya 30 salî hate darizandin ji aliyê dewleta tirk ve. Ayşe Gokkan jina kurd ku helwesta xwe bi ketina gireva mirinê da diyar kirin ji bo ku Rojava û Bakur bi dîwaran ji hev qut nebe. Îro bi hebûna wê di girtîgeha jinan a Amedê de, hate sûcdarkirin ku Endama Rêxistinê ye û Rêveberiya Rêxistinê ye. Ayşe Gokkan Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) li Bakurê Kurdistanê j ibo xwedî derketina mafê hemû jinan têkoşîn dikir û jinan bi mafên wan dida naskirin. Her wiha ji ber nivîsandina rewşa jinan li girtîgehê îdiaya disiplînê hat dayîn.
Ev yek iflasa dewleta tirk dide diyar kirin ku jinên bê sûc ji bo mafê jiyaneke azad têdikoşin têne dîl girtin û bi cezayên giran û neheq di girtîgehan de jiyan dikin. Em wek Rêxistina Kongreya Star li Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku, hûn di zinanan de em jî li Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê li kolanan û bi rêxistinkirina saziyan em ê ji bo doza xwe ya jiyana azad danakevin xwer. Em ê her bimînin kelema çavê dijminan. Banga me ewe em bi têkoşîna xwe li dijî vê hişmendiyê biserkevin û azadiya xwe misoger bikin."