Kongreya Star a Kantona Efrînê civîna xwe ya salane li dar xist
Kongreya Star a kantona Efrînê civîna xwe ya salane li Şehbayê li Bakur- Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist.
Şehba- civîna salê ya Kongreya Star a Kantona Efrînê bi dirûşma "Bilindkirina tekoşîna jinan misogeriya azadiya Rêber Apo ye" li navenda çand û hunerê ya navçeya Ehdas a Şehbayê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, li dar xist. Di civînê de nûnerên Kongreya Star ên bajara Helebê, bakur û rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa malbatên Şehîdan, Meclisa jina azad a Şehbayê, Rêveberiya Xweser, Desteya jinan, Jineolojî û Meclisa Kantona Efrînê, bi giştî 150 delege tê de amade bûn. Li holê wêneyên pakrewanên azadiyê û pankartên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye","Soza me, em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn" hatibûn daliqandin.
“Tevî şer û mercên pir giran jî xebatên rêxistinbûna jinan didomin”
Civîna salane bi deqeyeke rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Remziye Mihemed got: "Gelê me yê ku li Şehbayê dijî ruxmî rewşên giran û pir zehmet jî xebata rêxistinbûna jinan dide meşandin. Xebatên jinan, bi rihekî berexwedanî û tekoşînekê bêhempa, tên meşandin. Ev sekna jinan bersiveke herî mezin e li hemberî dijmin. Berxwedana jinan bûye mînakek û li cîhanê tevahî belav bûye, ji lewre jin her dem tên hedefgirtin.
Paşê Endama Kongreya Star a herêmê Zeyneb Ehmed perspektîfên Rêber Apo der barê jin û rizgariya wê û girîngiya nasîna cewhera xwe hat xwendin.
Der barê civîna salê ya Rêxistina Kongreya Star a Efrînê, Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrîn Ferîde Îbo ji Ajansa me re axivî.
Ferîde destpêka gotinên xwe de lidarixstina civînê pîroz kir û wiha berdewam kir; "Kar û xebata me di salekê de di rewşeke pir zor û zehmet de derbas bû ruxmî zehmetiyên me didîtin jî lê me kar û xebatên xwe berdewam kir û îradeya me her diçû xurtir dibû. Ji bo vê jî civîna me ya îro bi dirûşma "Bilindkirina tekoşîna jinan misogera azadiya Rêber Apo ye" hat lidarixistin û em kar û xebatên xwe li ser vî esasî dimeşînin û berdewam dikin. Di civînê de hejmarek xort ji jinan û hemû pêkhateyan amade bûn. Biryara civînê ew bû ku "Xurtkirina rêxistina jinan, bilindkirina asta tekoşînê ji bo azadiya Rêber Apo, Rizgarkirina herêmên dagirkirî" û ji bo pêkanîna van biryaran weke jin xebatên me ruxmî hemu şertan didomin.