Kongreya Star a herêma Efrînê gefên dagirkeriyê şermezar kir

Kongreya Star a herêma Efrînê li hemberî gefên dewleta tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da.

Şehba - Kongra Star a herêma Efrînê li pêşiya navnda Ehdas a girêdayî Kantona Şehbayê li hemberî gefên dewleta tirk a dagirker li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama Kongreya Star a herêma Efrînê Rîhana Elo ve hate xwandin.
Daxuyanî wiha ye: "Em gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser deverên Bakûr û Rohilata Sûriyeyê bi taybet li ser herêmên Şehbayê ku bi hezaran koçber dihewîne, bi tundî şermezar dikin. Şehba bûye warê berxwedanê li hember siyaseta tasfiye û înkarê. Ji bo vegera Efrînê gel hemû şart û merc dane berçavan û di rewşên herî zehmet de li ber xwe dide. Ev cara duyeme dewleta tirk tevî hemû kiryarên xwe yên qirêj bi riya balafirên keşifê belavokan li ser gelê sivîl dibarîne û gefan li xelkê sivîl dixwe. Bi taybet li ser bajaroka Til Rifet weke armancek şerê piskilojîk bi kar tîne. Ev jî rastiya terora wan keşif dike, armanca wan ew e ku tevliheviyê bixe navbera pêkhateyên cûda yên herêmê. Ji bo vê jî kiryarên qirêj ji kuştin, dizî, talan û êrîşan dike. Van hemû li ber çavê raya giştî dike û kes dengê xwe jêre nake.
Em jî ji warê berxwedanê biryara têkoşînê didin û em ê zêdetir bi îsrar û bawarî bin. Bi hêza gelê berxwedêr û jina azad li hember siyaseta qirker em ê asta tekoşînê bilind bikin. Em weke jinên Efrînê û Şehba bang li hemû sazî û rêxistinên herêmî û navnetewî yên di çarçoveya mafê mirovan de dixebitin dikin li hemberî rewşa heyî baldarbin û derî li ser şer û pevçûn bigirin. Em soz didin ku nirxên şehîdan ji me re hêlayî û şoreşê biparêzin."
Daxuyanî bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Efrîn û Şehbayê" bi dawî bû.