Kongreya Star a Helebê şehîdên komkujiya Helincê bi bîranîn
Bi armanca şermezarkirina komkujiya Helincê ya li dijî sê jinên pêşeng, Kongreya Star a bajarê Helebê daxuyanî da û şehîdên komkujiyê bi bîr anî.
Heleb- Dewleta tirk a dagirker di 23'ê Hezîrana 2020’ an de gundê Helincê yê Rojhilatê Kobanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên bê mirov bombebaran kir, di encamê de 3 jinên pêşeng ên di xebatên Kongreya Star de cih digirtin hatin hedefgirtin. Têkildarî mijarê bi boneya yekemîn salvegera komkujiyê, Kongreya Star a bajarê Helebê Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Endama Kongreya Star Hebûn Mele Xelîl û xwediya mala ku komkujî tê de pêk hat dayika Emîne Weysî bi bîr anîn û daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a li taxa Şêx Meqsûd Xerbî bi tevlibûna bi dehan Endamên kongreya star û sazî û dezgehên sivîl hat dayîn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên komkujiya Helincê û alên kongreya star hetibû hildan.
“Em ê bi têkoşîna xwe azadiya jinan misoger bikin”
Di daxuyaniye ku ji aliyê Rêveberiya Meclisa Giştî ya taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Felantîn Abdo ve hat xwendin de wiha tê de hat gotin: “Di roja 23’yê Hezîranê de dewleta tirk a dagirker bi balafirên bê mirov maleke sivîl li gundê Helincê yê bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 xebatkarên jin şehîd bûn. Zehra Berkel weke kesayeteke şoreşger roleke wê ya çalak ji bo azadiya jinan hebû, ji bo azadiyê, wê xeta berxwedanê ji xwe re hilbijartibû. Hebûn Mele Xelîl di Kongreya Star de bi berpirsyarî kar dikir her wiha di şerê li hemberî DAIŞ’ê de cih girtibû û serkeftinên mezin di qadên têkoşînê de bi dest xistin. Dayika Emîne Weysî di hemû qadên jiyanê de xwedî rol û misyon bû û xwedî kedeke bi nirx bû.
Israra têkoşeran berdewamiya şoreşê ye
Her sê jinên pêşeng bi rengekî hovane hatin qetilkirin, ev jinên ku ji fikir û felsefeya Rêber Apo bi bandor bûbûn di hemû qadên siyasî û jiyanî de cih digirtin û bi rêxistineke xurt tevli dibûn. Jin bûn pêşengên parastina destkeftiyên şoreşê û şehîdan, bi vîn û îradeyeke bi hêz jinan dikaribû li hemberî terorîstan şer bikin. Di dîrokê de gelek sûc û kiryar der heqê jinan de hatine kirin û yên ku van kiryaran jî didin meşandin ew dijminên jinan e.
Weke Kongreya Star bersiva me ji bo van êrîşan, îsrar di şoreşa jinan de û berdewamkirina şoreşê ye. Hemû planên êrîşan wê têk biçin û azadiya jinan em ê bi têkoşîna xwe misoger bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.