Kongreya Star a Efrînê îdiayên dewleta tirk der barê goristanên şehîdan de red kirin
Bi armanca şermezarkirina derxistina cenazeyên pakrewanan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve ku di rojên dawî ji Berxwedana Serdemê li Efrînê hatibûn oxirkirin, Rêxistina Kongreya Star a Efrînê daxuyanî dan.
Şehba- Di van demên dawî de dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê cenazeyên 73 pakrewanan ji bin axê derxistin û wek komgoreya giştî pênasekirin. Rêxistina Kongreya Star a Herêma Efrîn- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derxistina cenazeyên pakrewanan ên ku di rojên dawî ji Berxwedana Serdemê ji ber êrîşên dijwar li navenda bajarê Efrînê hatibûn oxirkirin, bi rêya daxuyaniyekê şermezarkirin. Daxuyanî li parka navçeya Ehdas a Kantona Şehbayê hate dayîn, di daxuyaniyê de malbetên şehîda, endam û nûnerên Kongreya Star di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Kongreya Star hatin hildan.
"Dewleta tirk destdirêjî ser nirxên me dike"
Daxuyaniya ku ji aliyê Seroka Desteya jin a Herêma Efrîn, Zelox Reşîd ve hatiye xwendin wiha bû: "Ji destpêka dagirkirina dewleta tirk ji herêma Efrînê û gundewarên wê re û heya niha hemû binpêkirin, kiryarên dejmirovî derheqê sivîl û niştecihên herêmê de ji kuştin, êşkencekirin, û revandin tê bi kar anîn. Niha jî ev hovîtî gihêşt e asta rûxandina goristanan û derxistina termên pakrewanan ji gorên wan. Ji ber topbarana dijwar ya dewleta tirk malbetên pakrewanan nikarîbûn di goristanên şehîdan de cenazeyên zarokên xwe veşêrin, ji bo wê li navenda bajarê Efrînê li goristanekê oxirkirin. Bi sedan şêniyên Efrînê şahide vê bûyerê ne û bi dehan belgeyên me der barê vê yekê de hene. Ev ne cara yekemîn e ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê goristanên pakrewanên me bin pêk dikin û destdirêjiyê davêjin nirxên me."
"Divê hesab ji dewleta tirk bê xwestin"
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Di demên borî de dewleta tirk 3 goristanên din ên pakrewanan ruxandin, dûzkirin û xwestin şopa wan winda bikin. Em wek rêxistina jin û Kongreya Star van kiryarên dijmirovî û binpêkirinan şermezar dikin. Îdiayên dewleta tirk tu rastiya wan nîne û ev gorên pakrewanên mene û em bi wan ser bilindin. Em bangwaziya civaka navnetewî û xaça Sor bi taybet dikin ku bi lez mûdaxele bikin û berê xwe bidin Efrînê û van îdiayên dewleta tirk vala derxînin. Divê hesab ji dewleta tirk bê xwestin û kiryarên wê derheqê gel, xwaze û şehîdan de bê rawestandin."
"Em îdiayên dewleta tirk red dikin"
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrîn Elîf Şêx Mihemed bûyera dawî ya ku li Efrînê rû daye şermezarkir û wiha vegot: "Em îdiayên dewleta tirk yên di derheqê pakrewanên me yên li Efrînê şermezar dikin. Ew goristanên pakrewanên me ne yên ku li dijî dagirkeriyê tola gelê xwe hildidane. Nasnameya wan kesên ku hatine oxirkirin li gel me hey û me belge kirine ku ew şehîdên Berxwedana Serdemê ne. Ev îdia ji fikirê DAIŞ'ê hatiye ji bo wê li dijî sîstema Rêveberiya Xweser bê şuxilandin. Em van îdianan red dikin û tu carî qebûl nakin."