Kongreya sêyemîn a Meclisa Gel a Mexmûrê di roja 2’yemîn de didome

3’emîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku duh danê sibehê bi dirûşma “Bi avakirina civaka demokratîk û xweparastina cewherî Rêber Apo azad bikin, dijmin têk bibîn” hat destpêkirin berdewam dike.

Mexmûr - 3’emîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Mexmûrê bi dirûşma “Bi avakirina civaka demokratîk û xwe parastina cewherî Rêber Apo azad bikîn, dijmin têk bibîn” bi tevlibûna 420 delegeyan duh danê sibehê dest pê kir.

Kongreyê duh li salona konferansê bi tevlibûna gel û delegeyan, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî deqeyek rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel a wargehê Yusuf Kara ve hat kirin. Piştî ku dîwana kongreyê hat hilbijartin, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û raporên du salan ên saziyên meclisê hatin xwendin. Her wiha kongre bi nîqaşkirina rewşa siyasî berdewam dike.

Hevşaredara Wargeha Mexmûrê Fatma Bîlen ku beşdarî kongreyê bû der barê mijarên di kongreyê de tên nîqaşkirin û beşdarbûna jinan a ji bo kongreyê de ji ajansa me re axivî.

‘Mijara sereke ya kongreyê rewşa Rêbertî ye’

Fatma Bîlen di destpêka axaftina xwe de 3’emîn Kongreya Meclisa Gel li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Kongre di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Nîqaşên ku di van du rojên de hatin kirin, ji bo pêşerojek nû û pêşeroja Rêbertî ango mijara ku sereke em li ser rawestiyan rewşa Rêbertî ye. Her wiha li hemberî ambargoya ku dijmin li ser wargeha me pêk tîne, em ê di astek çawa de xwe, ciwanên xwe û gelê xwe bi rêxistin bikin, nîqaşên b ivî rengî di kongreyê de tên meşandin. Nîqaşên ku çêdibin bi giştî gelê Kurd eleqedar dikin. Em ê nîqaşên xwe li ser hewldan û projeyên ku em ê çawa bikaribin azadiya fizîkî ya Rêbertî mîsoger bikin, bidin meşandin.”

‘Em ê weke jin hemû erk û berpirsyariyên ku dikevin ser milên me pêk bînin’

Fatma Bîlen diyar kir ku beşdarbûna jinan a kongreyê di asta herî jor de ye û wiha got: “Tevlibûna jinên wargehê û dayikên şehîdan di asta herî jor de ye û tevlibûnek baş hat raberkirin. Wê nîqaşên me li ser pêşeroja jinan be û wek jin em ê di demên pêş de çawa pêşengiyê ji demê re bikin û xwe çawa bi rêxistin bikin, berdewam bikin. Ji bo pêşengên jin û pêşengiya jinên azad em ê erk û berpirsyariyên ku ji bo kar û xebatên du salan dikevin ser milên me pêk bînin. Ev erk û berpirsyarî dikevin ser milên me hemû jin û dayikên şehîdan.”

Fatma Bîlen di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di Meclisa Îştar û Meclisa Gel de jinan erkên xwe di rola pêşengiyê de lîstine û xebatên xwe li gorî wê dane meşandin ji bo ku li hemberî desthilatdariya li ser jinan bersiveke xurt bidin.