Kongreya sêyemîn a Meclîsa Gel a Mexmûrê bi dawî bû

3’emîn Kongreya Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a bi dirûşma “Bi avakirina civaka demokratîk û xweparastina cewherî Rêber Apo azad bikîn, dijmin têk bibîn” ku 6 rojan berdewam kir, bi encamnameyê dawî bû.

Mexmûr-Meclîsa Gel a wargeha penaberan a Mexmûrê dibin dirûşmeya “Bi avakirina civaka demokratîk û xweparastina cewherî Rêber Apo azad bikîn, dijmin têk bibîn” 3’emîn kongreya xwe di 21’ê mehê de li darxist. Kongre li salona konferansê bi beşdarbûna 420 delegeyan destpêkir.

Konferans 6 rojan berdewam kir, di nava van 6 rojan de axaftina vekirinê hat kirin, dîwan hat hilbijartin, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rewşa siyasî, xebatên rêxistinî yên dû salan hatin xwendin û nirxandin, axaftina dîwanê hat kirin, hevpeymana Meclîsa Gel di erêkirina delegeyan re hat derbaskirin,  pêşnûmebiryar bi plansaziya du salan hat diyar kirin û erêkirin. Desteya Hilbijartinê hat hilbijartin û piştre Hevserokatiya Meclîsa Gel a nû hat hilbijartin, piştî hilbijartina hevserokatiya meclîsê, hevserokên dîwanê hatin hilbijartin. Li gorî hilbijartinên hevserokên nû yên Meclîsa Gel Fîlîz Budak û Ehmed Şehbaz e. Axaftina girtinê ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak ve hat kirin.

‘Çiqas em ked bidin emê ewqasî bikaribin nêzîkî azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibin’

Fîlîz Budak diyar kir ku li hemberî polîtîkayên tunekirina gelê Kurd bilindkirina têkoşînê erka sereke ya tevayî gelê Kurd e û wiha got: “Di 6 rojan de nîqaşên giranbiha hatin kirin, nirxandinên mirov bikare ji bo dema pêş weke ronahî bide pêşiya xwe û vê xebatê bide meşandin hatin kirin. Em di pêvajoyek zehmet de derbaz dibin. Rewşa yekemîn ku em xwe di berde berpirsyar bibinin rewşa Rêbertiya me, polîtîka înkar û îmhaya ku li ser gelê Kurd û xaka Kurdistanê tê meşandin, ji bo vê bûyîna bersiv. Ji bo demê pêş bikaribin polîtîkayên  li ser wargehê belavkirinê vala derxistin, bi qasî ku ji me tê di aliyê hikûmet, Netewên Yekbûyî û herêmê de xebatên ku bên xwestin pêkanîna wana, evane hemu wê bihêlin ku pergala wargehê hîn zêdetir bi awayek xurttir li ser lingan bimîne. Ji ber ku wek wargeh em xwedî îdîaya jiyanek alternatîf ji bo giştî pergala heyî bidin avakirin û hemu nimûneyên pergalê ji wargeha Mexmûr derbazî Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilat bibe ne. Em çiqas xwe berpirsyar bibînin û naveroka wê dagirin, emê ewqasî bikaribin nêzîkî azadiya fîzîkî ya Rêbertî bibin.”

Piştî axaftina girtinê hemu endamên nû yên Meclîsa Gel a ku hatîn hilbijartin ji bo du salan xebat bidin meşandin biryardariya xwe nîşandan û piştre encamnameya kongreyê hat xwendin. Encamname ji aliyê Endamê Meclîsa Gel a Mexmûrê Neşed Kara ve hat xwendin.

Encamname wiha ye:

“Weke ji şîara kongreyê jî diyar dibe weke wargeh em xwe li ser pergala Netewa Demokratîk bi rêxistin dikin û tevahî xebatên me li ser bingehê ev pergal kirina çand ango şêweyê jiyanê ya vê civakê. Di kongrê de mijarên parastina cewherî, aboriya komînal, pergala akademiyan, rêxistinkirina komînan û hemu rehendên pergalê nîqaş hatin meşandin. Weke civak ji bo em bikarin hebûna xwe bi awayê îradeya xwe bidin berdewam kirin. Pêwîste her ferdek bibe endamê parastina cewherî li hemberî êrişên çekdarî, çandî, helandina ziman, jinavbirina sekna îdeolojîk bi xwe li ser parêznameyên Rêbertî perwerdekirinê dikare hêza xwe ya parastina cewherî bide pêkanîn û hêzkirin. Ji bo di aliyê aborî de muhtacê ji derve nemine û bikare xwe bi xwe têra xwe bike projeyên aboriya komînal û ekolojik pêşxistin weke rêya çareseriyê hate nîqaşkirin û pêşniyar hatin pêşkêş kirin. Ji bo parastina ziman û çanda resen bi dibistan û navenda çandê re pêşxistina projeyên nivîskî û dîtbarî dayîna pêkanîn. Li hemberî hişmendiya jinan weke mal û milk dibine, ji hêza îradebûyîn û rêxistinbûyînê dur dixe, li ser bingehê zanista jineolojî xwe perwerdekirin û li ser pergala KJK’ê xwe bi rêxistinkirin weke rêya ji derketina vê hişmendiyê hate nîqaşkirin.”

Kongreya 3’emîn a Meclîsa Gel a Mexmûrê bi dirûşmeyan bi dawî bû