Kongra Star xelata rêzdayînê pêşkêşî KJAR’ê kir

Nûnertiya Kongra Star a li Herêma Kurdistanê, ji bo bihêzbûna peywendiyên jinan û her wiha xebat û têkoşîna tê kirin, xelata rêzdayînê pêşkêşî KJAR’ê kir û diyar kir ku armanc dikin piştgiriyeke xurt bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan- Li Silêmaniyê Nûnera Kongra Star Roza Hesen û Endama Desteya Rêveber a Nûnertiya Kongra Star a li Başûrê Kurdistanê Suad Heftar, xelata rêzdayînê pêşkêşî Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) kirin.

‘Em armanc dikin piştgiriyeke xurt bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê’

Di dema pêşkêşkirina xelat de Roza Hesen axivî û wiha got: “Bi navê Nûnertiya Kongra Star û şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, vê xelatê pêşkêşî KJAR’ê dikin. Bi van peywendiyan em armanc dikin ku piştgiriyeke xurt bidin jinên Rojhilatê Kurdistanê û bi yekîtiyeke xurt xebat û têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Divê em li dijî êrîşan helwesta xwe bilind bikin’

Her wiha Roza Hesen da zanîn ku divê her kes bi taybet jin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest bin û têkoşîn bikin û wiha got: “Li hemberî êriş û dagirkeriyên dewleta Tirk ên li ser tevahiya Kurdistanê bi taybetî li Başûr û Rojava, divê em helwesta xwe bilind bikin û bibin bersiv ji dijminên gelê Kurd re.”