Kongra Star: Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna li dijî zilmê ye

Kongra Star li dijî zext û tundiya Talîbanê yê li ser jinên Efganistanê daxuyanî da û piştgiriya xwe bi jinên Efganî re ragihand. Kongra Star di daxuyaniya xwe de got: “Têkoşîna jinên Efgan têkoşîna li dijî zilmê ye.”

Qamişlo - Rêxistina Kongra Star têkildarî zextên ku jin li Efganistanê bi destê Talîbanê dijîn li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Kongra Satr di daxuyaniya xwe de anî ziman ku ew li gel jinên Efgan re ne û piştgiriya xwe bi wan re ragihand.

Daxuyanî bi tevlîbûna Endamên Sazîyên Rêxistina kongra star hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasîya kongra Star Rîhan Temo, ve hat xwendin wiha bû:

"Bi hev re li dijî baviksalarî û ji bo mafên jinan. Di sêyemîn salvegera desteserkirina Afganîstanê ji hêla Talîbanê, em hevgirtina xwe ya bê sînor bi têkoşîna jinên Afganîstanê re diyar dikin, ku li dijî binpêkirina sîstematîk a mafên jinan ya ji aliyê Talîban ve tê kirin, têkoşînek bi biryar didin. Wêrekiya van jinan a li hemberî rejîmeke otorîter a ku dixwaze nasnameya wan ji holê rake û wan bêdeng bike, îlhamek e ji bo hemû tekoşînvanên azadiyê. Em bi tevlîbûna kampanyaya ku ji aliyê tevgera jinan a Pencera Hêviyê ya li Afganîstanê ve hatiye destpêkirin, yekitiya têkoşîna jinan didin diyar kirin. Bi wan re em dengê xwe bilind dikin û bang li hemû tevgerên femînîst, rêxistinên mafên mirovan û aktîvîstên mafên jinan ên cîhanê dikin ku di 15’ê Tebaxê û her roj li gel jinên Afganîstanê bisekinin..

‘Têkoşîna jinan ya li Efganistanê têkoşîneke hebûnê ye’

Li vir, li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beriya 12 salan me bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku azadiya jinê navenda têkoşîna xwe de dihewîne, dest bi şoreşa jinê kir. Ev felsefe çeka herî xurt û pêwîst e di têkoşîna li dijî neheqiyê de û rêya avakirina civakeke ku rûmeta mirovatiyê diparêze û mafên jinan nas dike. Di têkoşîna li dijî rejîmên mêtinger de jin di refên herî pêş de bûn û tevgerên jinan bûn meşaleya ku rêya azadiyê ronî kir. Têkoşîna jinan a li Efganistanê têkoşîneke hebûnê ye, têkoşîna jiyan û mirinê ye ku ji bo parastina destkeftiyên jinan û bilindkirina ala azadiyê ya li hemberî zilmê ye. Di sedsala 21. de ji bo daxwaza azadî û edaletê û li dijî rejîmên baviksalarî yên paşverû dengê jinan li her derê bilind dibe. Lê ev rejîm çi li Afganîstanê, Îranê, Yemenê, Tûnisê, Iraqê,  Tirkiyê an çi li Surî wê nikaribin têkoşîna me bêdeng bikin, ji ber ku em wek Kongra Star de di wê baweriyê de ne ku dengê jinan têk naçe û îradeya wan nayê şikandin

’Girîng e ku jin xwe di qada xweparastinê de xurt bikin’

Her êrîşek li ser mafê yek jinê, êrîşa li dijî hemû jinan e. Destkeftiyên jinan mîrateya hevpar a hemû jinan e. Ji ber vê yekê em banga xurtkirina yekitiyaû hevgirtina jinên cîhanê dikin, ji ber ku têkoşîna me yek e û dijminê me jî yek e. Em nikarin xwe bispêrin heman dewlet û aktorên ku ev hemû zilm afirandine da ku van pirskirêkan ji holê rakin. Weke ku Abdullah Ocalan got, “Xweparastina jinan pirsgirêkek pir girînge ku nikare ji rehma zilaman re were hiştin.” Rastiya ku pergalên baviksalarî dê her tim li dijî azadiyê bin, tê wê wateyê ku divê em xwe li hemberî wan biparêzin. Berxwedan li cihê ku tê birêxistinkirin, li cihê ku pergalek somud û domdar ên xweparastinê tên avakirin, bi ser dikeve. Girîng e ku jin xwe di qada xweparastinê û qadên din de bi awayekî xweser bi rêxistin bikin. Werin em bi hev re, mil bi mil biseknin, heta ku em di têkoşîna hevpar a li dijî baviksalarî de bi ser bikevin. Werin em vê rojê bizivirin soza xurtkirina tekoşîna ber bi azadiya jin ve."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî " bi dawî bû.