Kongra Star têkildarî êrişên dagirkeriyê daxuyanî da

Kongra Star li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê daxuyaniya çapemeniyê da û got: “Em ê li hemberî siyaseta dijminahiya gel û jinan a gel perçe dike û qetil dike bêdeng neminin.”

Qamişlo - Kongra Star li dijî êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî bi tevlîbûna hemû sazî û rêxistinên jin li pêşiya avahiya Kongra Star hat dayin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongra Star ya Kantona Qamişlo, Ibtîsam El-Huseyînî ve hatî xwendin wiha ye:

"Weke tê zanîn ji destpêkê ve hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê bi hev re hene û her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye. Lê belê piştî di hilbijartinên vê dawiyê de gelê Kurd li bakurê Kurdistanê bi serket û faşîzma Erdogan lawaz bû, siyaseta ji nû ve dagirkirina Kurdistanê û qayûman dan destpêkirin, li dijî vê siyaseta ku îradeya gel desteser dike li bakurê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê gel bi berxwedanekî bêhempa  li dijî vê siyasetê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Wekî her car PDK ji bo faşîzma Tirk a binketî rizgar bike kete dewrê, bi awayekî zanabûn li deverên curbecur ên başûrê Kurdistanê agir bi cihên kargehan xist û xwest ku tevgera azadiya gelê Kurd tewanbar bike. Ya rastî ev jî parçeyeke siyaseta wan a şerê taybet û qirêje û weke her carê xwestin rastiyê veşêrin û bala raya giştî bi mileke din ve bikşînin û kiryarên xwe yên qirêj veşêrin.

Dixwazin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin

Li gorî hin daneyan 800 DAÎŞ'î û 1500 cerdevan anîne başûrê Kurdistanê û li dijî şervanên azadiyê didin şerkirin. Bi awayekî eşkere 3000 panzêr, 4 hezar leşker û 100 navendên Tirkan niha li başûrê Kurdistanê hene  û bi awayekî eşkere nasnameyên gel kontrol dikin û welatparêzan qetil dikin, dixwazin sîxurtiyê li başûr pêş bixin û bi deh kîlometreyan ketiye axa başûrê Kurdistan ê.  Qaşo pêşmergeyên PDK'ê yên ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin jî ji vê siyaseta qirêj re pêşengtiyê dikin û dixwazin Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin.  Cardin li gorî hin daneyan di van salên dawiyê de li Deralok, Kanî Masî, Şêladizê 58 baregeh avakirine û li milê Amediyê û Şêledizê baregehên nû ava dikin. Ev êdî îxanet û sinorê tahamûlan derbas dike, mala Barzanî yê bi salane xwe li ser xwîna ciwanên Kurd ên welatparêz dide jiyan kirin, ji xwînmijî û îxanetê têr nabe.

Sedan însanên sivîl hatine qetilkirin

Pêwîste gelê Kurd vê baş bizanibe ku dewleta faşîst ya Tirk a ku ji aliyê şervanên azadiyê ve binketî, ji aliyê malbata Barzanî ve tên rizgarkirin. Ev ne cara yekê ye ku mala Barzanî vê dike û ziyanekî mezin dide yekîtiya gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê. Heta niha bi sedan însanên sivîl hatine qetilkirin û bi dehan gund hatine şewitandin, bi awayekî bê navber her roj daristanên Kurdistanê didin ber agir, daran jê dikin û heta lawirên wê jî li ber çavên cîhanê dişewitînin, lê mixabin  hukumeta Iraqê û cîhan li dijî vê bêdeng e, ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk, PDK û hukumeta Iraqê di vê siyaseta qirkirina Kurdan, şewitandin û talankirina erdnigariya Kurdistan û dagirkirina başûrê Kurdistanê de li hev kirine û heman siyasetê dimeşînin.

Ev dijminahî di serî de li hemberî gelê me yê Başûr ê berxwedêr e

Mala Barzanî tu carî berjewendiyê gelê Kurd neparastiye û siyasetekî yekîtiyê nedaye meşandin, her tim siyaseta fitne, gendelî û xiyanetê pêşxistiye, taloq xistina hilbijartinan ên li başûrê Kurdistanê jî nîşaneya vê ye û niha hukumeta mala Barzanî ne rewa û dervî qanûnî bi darê zorê başûrê Kurdistanê di destê xwe de girtine. Ev di dîroka wan de heye, çawa dema derbasbûyî panzêrên Seddam anîn û Hewlêr dan dagirkirin, îro jî panzêrên Tirkan tîne û Kurdistanê ji nû ve dagir dike. Wekî em hemû dizanin ku cihê dewleta faşîst a Tirk dikevê nema derdikev e. Ev dijminahî di serî de li hemberî gelê me yê başûr ê berxwedêr e, em hemû dizanin gelê me yê başûr li dijî faşîzma Seddam berxwedaniyek bêhempa da meşandin û zarokên xwe yên herî hêja feda kir û zor û zehmetiyên mezin jiyan kir. Niha jî bi awayekî eşkere, malbata Barzanî destkeftiyên gelê me yê başûr û giştî Kurdistanê bi awayekê bêperwa pêşkêşî dewleta Tirk a faşîst dike. Ev derveyî wîjdan û exlaq e, çi kesên xwedî wîjdan û exlaq nikare vê siyaseta qirêj û dervî exlaq qebûl bike û bibe şirîk.

‘Li hemberî siyaseta dijminahiya gel em ê bê deng nemînin’

Li dijî vê konsepta qirkirina gel û xwezayê,  gerîlayên azadiyê bi awayekî bêhempa li berxwe didin, artêşa Tirk a faşîst windahiyên mezin dide, pêwîste em jî weke gelê Kurd, jin û raya giştî ya demokrat û gelê welatparêz li dijî vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta mala Barzanî bi awayekî tund rawestin û vê siyaseta qirêj bi tundî teşîr bikin. Em ji mala Barzanî re dibêjin, we tucarî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê neparastiye û îro jî naparêzên, hûn her tim di nava îxanetê de bûn û nûnertiya gel nakin û di nava xiyaneteke dîrokî de ne û demildest dest ji vê siyasetê berdin. Hûnê li hemberî dîrokê û gel hesabê vê bidin. Em ê jî weke Kongra Star tucarî li hemberî vê siyaseta dijminahiya gel û jinan a gel perçe dike û qetil dike bêdeng neminin û li berxwe bidin."

Daxuyanî bi dirûşmeya "Bimre Xiyanet" bi dawî bû.