Kongra Star şervanên li Qereçoxê jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî

Meclisa Kongra Star, şervanên YPJ û YPG’ê yên di sala 2017’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ê li dijî Çiyayê Qereçox de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî û wiha got: "Em ê şopdarên şehîdên xwe bin."

Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star, rojnameger jî di nav de 20 fermandar û şervanên YPJ û YPG’ê ku di 25’ê Nîsanê 2017’an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk ê li dijî çiyayê Qereçoxê ya bajarê Derîkê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

‘Dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk bi awayekî zelal paradîgmaya neteweya demokratîk a ku tevahî pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, dike hedef û wiha hat domandin: "Dewleta Tirk a dagirker pêkanînên xwe yên derhiqûqî û dermirovî li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nesekinadine. Hewl dide dagirkeriya xwe li deverên din ên Rojhilata Navîn berfireh bike. Dewleta Tirk hebûna çi destkeftiyên ku fêdê dide civaka Kurd û tevahî gelan tehemû nake.

‘Em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin’

Dewleta Tirk dixwaze yek çandê ferz bike da ku çandên din ji holê rabin. Di vê bîranîna bi êş de em careke din şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe û azadxwazan dikin ku di hilbijartinên şaredariyan de dengê xwe bi kar bînin. Ev hilbijartin gavên temamkkrina demokrasiyê ye û dê ji siyasetên dewleta Tirk ên bi armanca şikandina îradeya gelê berxwedêr re bibe bersiv. Bi navê tevahî endamên Kongra Star em soza xwe ya daîmî nûjen dikin ku em şopdarên xeta şehîdan bin. Wekî tê zanîn Qereçox reseniya dîrok û çandê ye. Ev resenî bi xwîna şehîdan xurttir dibe."