Kongra Star serdana birîndarên gundê Dişîşa kir

Kongra Star serdana malbata ku di 9'ê Kanûnê de li gundê Dişîşa ya Til Temirê di encama topbarana dewleta Tirk birîndar bûbûn, kir.

Hesekê- Dewleta Tirk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bajar, navçe û gundewarên wê êrîşên xwe yên dagirkeriyê û binpêkirinên mafên mirovan berdewam dike. Di 9'ê Kanûna di saet 03:15'ê şevê de dewleta Tirk malek li gundê Dişîşa ya dikeve rojavayê navçeya Til Temirê, topbaran kir. Di encamê de dayik, keça 10 salî, kur û hevjînê wê yê astengdar birîndar bûbûn.

Kongra Star çû serdana malbatê. Di serdanê de malbatê li ser êrîşên ku pê re rû bi rû hatin axivîn û bertek nîşanî êrîşên dagirkeran dan.

'Cudatiya zarokên me ji yên Xezayê çi ne?'

Meryem El-Mihemed xwişka Mûna El-Mihemed a birîndar bal kişand ser durûtiya serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan der barê êrîşên li ser zarokan de û ev tişt got: "Zarokên me ji zarokên Xeza û Filistînê ne cuda ne. Em hemû misiliman in, cudahiya zarokan di vir de çi ye? Qey zarokên me ji zarokên Xezayê cudayî ne."

'Em ne terorîst in'

Nûriya Mihemed El-Hisên a 40 salî ya birîndar jî wiha got: "Me êrîşî dewleta Tirk nekir, me ne sivîl û ne jî zarok kuştin, ew hatiye Sûriyeyê û terora xwe belav kiriye. Bêguman em ê parastina xwe bikin lê belê em ne terorsît in, terorîst Erdogan e! Ew e ku ne zarok û ne jî jin ji terora wî filitîn û jiyan xistiye nav xeteriyê. Terora ku îro li Sûriyeyê belav bûye dewleta Tirk berpirsiyarê wê ye, ew sedema ewqas êrîş û tevliheviyan e. Destpêkê DAIŞ û paşê çeteyên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ava kir. Kujerê ewqas zarok çawa diçe hecê ez fêm nakim."

'Em û Kurd yek in'

Nûriya Mihemed El-Hisên êrîşên li ser Kurdan li ser Ereban jî pênase dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Em û Kurd yek in, Kurd ne îsraîl û ne jî Yahûdî ne, ji berê ve em bi hev re li ser vê axê dijîn. Erdogan DAIŞ û çeteyên girêdayî wan rola Misilmaniyê dilîzin. Sûriyeyê tu kes bi çek nekir û derbasî Tirkiyeyê jî nekir û sînorên wan jî derbas nekiriye. Çeka Erdogan jî av, cereyan û sivîl in, ji derveyî wê çi dizane bike. Kurdan li hemberî me bêrûmetî nekiriye, yên ku mafên me binpê kirine dewleta Tirk e. Erdogan û welatên ku li hev kom dibin di meclisên xwe de biryaran digrin û li vir topan bi ser me de diparînin."

'Çi zirara me ji Tirkiyeyê re heye?'

Nûriya Mihemed El-Hisên di dawiyê de ev bangewazî kir: "Derfet hebûya min ê dozek li hemberî dewleta Tirk li ser hedefgirtina malbata xwe vekiribûya. Ez ne tenê ji ber ku mala min hedef girtine wiha dibêjim lê ev çend sal in êrîş û binpêkirinên wiha berdewam dikin. Em bang li welatan dikin ku ji Erdoganê terorîst re sînorekî deynin. Ma qey em çi xeteriyê li ser ewlehiya welatê wî ava dikin, heta îro hatiye li pêşiya sînorê xwe erdên me dagir bike. Zarokên wekî Mûna çima birîndar bike?"