Kongra Star li ser tundiyê semîner da Hêzên Ewlekariyê
Kongra Star li ser bingehê rêzeçalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de ji bo endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Til Temirê li ser tundiya ku her roj û kêlî jin pêre rû bi rû dimîne semîner da.

Hesekê – Pilatforma çalakiyên hevpar yên tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12'ê Mijdarê de rêzeçalakiyên xwe yên 25'ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi diruşmeya "Li dijî her cureyên tundiya dewletê û hişmendiya zilam: Jin, Jiyan, Azadî" ragihandin. Îro jî bi heman diruşmeyê de Kongra Star li ser tundî û cureyên tundiyê semînerek da endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinê, Natoru Jin û Sotoro.
Endama Hêzên Ewlekariyê Hayistan Zênedîn a der barê tundiyê de semînerê da, wiha got; "Cûreyên tundiyê li dijî jinê pir in û nayên jimartin wekî gefxwarina li ser jiyana wê û destdirêjiya li ser bedena wê. Ne tenê hişmendiya mêr, dewletê û hemû komên çete yên ku êrîşî herêmê kirin bi heman hişmendiyê nêzî jinan dibûn ku ew wekî ne tiştek dihate hesibandin û divê ku wiha jî dimîne zagon li ser dihatin ferzkirin. Ku ji wê qefesa xwe dernekeve, bi bask nebe û nefire. Lê belê îro jinan qesef şikandin, dîwar şikand û bi bask bû ku îro jî kesk nikare wê bigre û di nava pencên xwe de fetisîne."
‘Nameya me gihişt Hêzên Ewlekariya Hundirîn’
Li aliyekî din jî Rêvebera Kongra Star Edla Ehmed jî der barê çalakiyên xwe de wiha got: "Çalakiyên me yên 25'ê Mijdarê dest pê kirin ku di pilansaziya me de ye em semîneran bidin hêzên leşkerî, komîn û meclisan her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî. Semînera Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat dayin, nîqaşên cûr be cûr hatin kirin. Lê her çiqasî şoreş jî hatibe lidar xistin, hişmendiya mêr temamî nehatiye guhertin û têkoşîn jê re lazim e. Bi rastî di semînera ku me da de, nameya me gihişt wan lê ger bikaribin hişmendiya xwe bidin guhertin wê hîn bêtir şoreşa me bi encamtir bibe. Gelek şaş fêm dikin ku em tenê parastina jinan dikin, lê bi rastî daxwaza me ew e ku em civakeke wekhev ku ji malbatê ji jin û mêr dest pê dike ava bikin."
‘Têkoşînek hevpar lazim e’
Edla Ehmed da payin ku têkoşînek demdirêk û hevpar lazim dike ku em bikaribin hişmendiya civaka rojhilatî bi kûrahî li dijî jinan bidin guhertin û wiha pêl da gotina xwe: "Hişmendiya zilam zû bi zû nayê guhertin û her fikra wî ew e ku ew divê ê desthilatdar be û gotina destpêkê û a dawî ya wî be. Ji ber wê jî têkoşîneke demdirêj lazim e. Ya ku em wekî jin dixwazin ava bikin ew e hişmendiya dûrî tundiyê be, wekhev û li ser baweriyê bê avakirin û civak bi temamî were guhertin, ji ber ev erkê me ye. Ger ku îro em bindestê mêr in, em dibin bindestê dewletê jî ji ber wê her jinek ji aliyê xwe de têkoşînê li dijî koletiya ku di nav de ye bikin, ji ber îro ku em nekin wê jî bike? Hemû jin, em bi hev re dikarin encamên baş bidest bixin, werin em dest bidin hev û hişmendiya mêr û civakê bidin guhertin. Têkoşîneke hevpar lazim dike."