'Leyla Mistefa li hember hemû astengiyan li ber xwe da'

Meclîsa Kongra Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo malbata Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêyamên sersaxiyê dan.

Navenda Nûçeyan -  Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ya ku ku piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê wekî yekemîn Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqayê erk girt duh di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da. Rêxistina Kongra Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo malbata Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa pêyamên sersaxiyê dan.

‘Bû sembola dilsozî û kedê’

Peyama Kongra Star bi vî rengî ye: “Bi xemgîniyeke mezin em sersaxiyê ji malbat û xizmên Hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa re dixwazin. Rihma xwedê lê be, cihê wê bihuşt be û xwedê sebrê bide malbata wê. Leyla Mistefa ku hêjayî pênaseya Şaredara Cîhanê hat dîtin, ne jineke ji rêzê bû, lê belê sembola dilsozî û kedê û mînaka jina xwedî armanc bû.

Leyla li hember hemû astengiyan li ber xwe da. Nexasim piştî ku DAIŞ`ê xirabî li herêmê belav kir, wê di nava xebatên jinûve avakirina bajêr de cih girt û li hember fikrê tundraw ê DAIŞ`ê têkoşiya da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were. Carek din em sersaxiyê ji xwe, malbat û hevrêyên Leyla re dixwazin.”

‘Di xurtkirina têgeha hevserokatiyê de rol lîst’

Di peyama Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat gotin: “Leyla Mistefa di oxira xurtkirina stûnên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de têkoşiya, ji bo serxistina tecrûbeyê û beşdarkirina hemû pêkhateyan di têkoşînê de ked da û erka xwe bê kêmasî pêk anî. Wê mohra xwe li xebatên jinûve avakirina Reqayê piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê da û di aliyê navneteweyî de hat xelatkirin û wekî Şaredara Cîhanê ya sala 2021`an hat hilbijartin.

Têkoşer Leyla Mistefa li dû xwe mîrasekî mezin hişt û bû nimûneya kesayeta berpirs li hember xizmeta civak û gelê xwe bû, her wiha di xurtkirina têgeha hevserokatiyê de rol lîst. Em sersaxiyê didin malbat û hevrêyên Leyla û tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.”

‘Ji bo avakirina civakek demokratîk û azad têkoşiya’

Peyama TEV-DEM′ê jî wiha ye: "Civaka me ya Kurd û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kesayeta Kurd a welatparêz mamaoste, endazyar, hevseroka berê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Leyla Mistefa ji dest da. Leyla Mistefa ya pêşengiya xebatên avakirina bajarê Reqayê dikir di temenê ciwantiyê de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da. Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Girê Spî û bajarê Reqayê bû.

Leyla Mistefa ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad de roleke sereke ya civakî û siyasî di nava tevahî pêkhateyan de û jinan bi taybet de pêk anî. Bi vê wesîleya bi êş, em sersaxiyê ji malbata Leyla Mistefa re dixwazin, ji xweda dixwazin ku wê di bihuşta xwe de şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wê."