Kongra Star: Helepçe birîna bê derman û êşekî bê pênase ye
Kongra Star bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek nivîskî weşand şehîdên komkujiyê bi bîr anî û diyar kir ku bi saya destkeftî û rêxistinên gelê Kurd dê rê li komkujiyên bi vî rengî were girtin.
Qamişlo- Di salvegera 35’an a komkujiya Helebçeyê de, Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyek nivîskî weşand û cangoriyên komkujiyê bi bîr anî
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Helepçe, birîna bêderman, xeyalên nîvçemayî, qirkirina dîrokê ya herî mezin bû. Helebçe warê şehîdan, roja dayika ji weledên xwe qutbûyî dayika bê zarok û zaroka bê dayik mayî bû. Roja reş, roja ku mirovahiyê ji xwe şerm kir, roja ku erd û asîman giriya. Roja ku her dem di ser re derbas dibe, birînên me kûrtir dike, êşa me mezintir dike. Roja ku her tê gotin, qirika me tijî dibe. Roja ku em ji mirovahiya xwe şerm dikin. Di 16’ê Adara 1988’an de, li Helebçea birîndar, bi fermana Sedamê dîktator li ber çavên cîhana ker û lal gazên jehrê bi ser mirovên bêguneh, jin, zarok, kal û pîran de barandin. Ev roj, di dilê me Kurdan de, birîneke bêderman û êşeke bêpênase ye. Mirov bê agir hatin şewitandin, erd û ezman jehrî kirin, mirovahî di wê rojê de hat jehrîkirin! Li Helebçeyê, li gorî lêkolînên Neteweyên Yekbûyî hatiye îsbatkirin ku gaza xerdelê û hin cureyên gaza esabî bi kar anîne û hin dane jî nîşan didin ku ev gazên li Helebçeyê hatine bikaranîn 4 -5 qet zêdetirî çekên kimyewî yên li Hîroşima û Nagazakiyê hatîn bikaranîn in û di encama van êrîşên hovane û dermîrovî de ji 6 hezarî zêdetir mirovên bêguneh şehîd ketine û di heman demê de ji 10 hezarî zêdetir mirovên me birîndar bûne. Li herêmê nexweşiyên cur be cur derketin û zarokên nû ji dayikbûn seqat man. Her çendî dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê di 1’ê Adara 2010’an de komkujiya Helebçeyê nas kiribe jî ev birîn nayê dermankirin.”
‘Em nahêlin dijmin komkujiyên wiha pêk bînin’
Di dawiya daxuyaniyê de cangoriyên Helebçeyê hatin bibîranîn û soza bilindkirina têkoşîna wan hat dayîn û wiha hat gotin: “Em ê wek Kongra Star li hemberî van hovîtiyan bisekinin û nehêlin însanên me yên bêguneh, jin û zarok bên qetilkirin. Em ê her dem têbikoşin û em ê ruhê neteweyî û pergala ekolojîk bi pêş bixin. Em ê bîranînên wan bidin jiyîn û nehêlin bûyerên weke Helebçeyê bînin serê gelê Kurd. Em ê ji bo gelê Helebçeyê, dayikên birîndar, zarokên ku qêrîna wan gihîşt ezman, xwedî li destkeftiyên xwe derkevin û wan mayînde bikin. Em ê nîşan bidin ku zarok, dayik, jinên Kurd û Helebçeya birîndar ne bi tenê ne. Her çendî cîhan li hemberî qirkirina Helebçeyê bêdeng mabe jî lê jin dê nehêlin bûyerên wekî Helebçe, Dêrsim û Geliyê Zîlan çêbibin. Her çendî em wekî gelê Kurd, di dîrokê de herî zêde rastî qirkirin û hovîtiyên mezin hatibin jî lê belê bi saya perspektîf û ramanên Rêber Apo, bi ruhê şerê gelê şoreşgerî, em ê xwedî li erd, ax û ava xwe derbikevin. Em ê di riya şehîdên Helebçeyê de bimeşin û xeyalên zarokên bêguneh nîvçemayî pêk bînin. Em êdî nahêlin, av û axa me were jehrîkirin, ji bo wê em ê hîn zêdetir xwe bi rêxistin bikin û bi şiara “jin jiyan azadî” emê jin û welatê xwe biparêzin û xwe bi hêz bikin. Em li hemberî bîranîna Şehîdên Helebçeyê yên nemir bejna xwe ditewînin, vê qirkirinê bi tundî şermezar dikin. Dibêjin bimre dagirkirî û şehîdên Helebçeyê nemir in.”