Kongra Star: Hedefgirtina Werîşe, hedefgirtina hemû mirovahiyê ye
Kongra Star têkildarî biryara darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hat birîn daxuyaniyek da û got: “Jin jiyan e. Hedefgirtina Werîşe, hedefgirtina hemû mirovahiyê ye. Em ê nehêlin tarîtî bi ser bikeve, azadî dê her dem ji bo jinên berxwedêr be.”
Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê bi tometa ‘endamtiya rêxistina çekdarî ya li dijî Îranê’ di 10’ê Mijdarê de cezayê darvekirinê li girtiya siyasî ya Kurd û endama Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Werîşe Mûradî birî. Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê yê rejîma Îranê li Werîşe Mûradî biriye, daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
“Metirsiya pêkanîna cezayê darvekirinê yê li dijî çalakvana jin Werîşe Mûradî di rojên pêş de, ji bo me hemûyan zengila hişyariyê ye. Ev hukmê neheq ku mêtingeriyê temam dike, pêkanîna zihniyeta paşverû ye ku xwe dispêre polîtîkayên tunekirin û tolhildanê yên li hemberî jinên ku cesaret kiriye li hemberî mêtingeriyê rabin.”
Di daxuyaniyê de bang li tevgerên jinan hat kirin ku li hember biryarê rabin ser lingan û wiha hat gotin: “Em bang li her kesê dikin ku helwesta xwe ya zelal û bi biryar nîşan bidin, li dijî vê rejîma paşverû têkoşînê mezin bikin.”
‘Werîşe Mûradî ne bi tenê ye’
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Rejîma Îranê bi biryarên xwe yên bêhiqûqî û kampanyayên çewisandinê dixwaze hêviyên jinan bikuje û agirê berxwedanê vemirîne. Lê em ji wan re dibêjin; ev biryar ne dawiya dîrokê ye dê bibe destpêka qonaxeke nû ya berxwedanê, qonaxeke ku tê de dengê azadiyê ji hemû dengên mêtingeriyê bilindtir dibe. Werîşe Mûradî ne bi tenê ye lê ew dengê her jinê ye ku ji bo cîhana adiltir û însanî têdikoşe. Werin em bi hev re pêşî li pêkanîna vê biryara neheq bigrin û vê kêliyê veguherînin serhildana cîhanî ya li dijî neheqiyê. Jin jiyan e, hedefgirtina wan hedefgirtina hemû mirovahiyê ye. Em ê nehêlin tarîtî bi ser bikeve, ji ber ku em bawer dikin azadî dê her dem ji qîrîna jinên berxwedêr rabe.”