Kongra Star êrişa dewleta Tirk a li dijî xebatkarên JIN TV şermezar kir

Meclîsa Kongra Star êrişa dewleta Tirk a li dijî seyareya JIN TV ku di encamê de xebatkarekî JIN TV jiyana xwe ji dest da û nûçegihanekê qenalê jî birîndar bû, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan – Îro danê nîvro balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk li nêzî xaçrêya gundê Til Şiîr ê li ser rêya Qamişlo-Amûdê, li seyareya JIN TV da. Di encama êrişê de karmendekî wê yê bi navê Necimedîn Feysel Hec Sînan jiyana xwe ji dest daye û nûçegihaneke qenalê birîndar bû. Kongra Star bi daxuyaniyekê niviskî êrişa li dijî xebatkarên ragihandinê şermezar kir.

Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:

“Li dijî hebûn û îradeya jin û gelê Kur û bi taybetî li dijî hebûna pêkhateyên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hikûmeta Tirk bê navber şerê qirkirinê berdewam dike. Bê ku zagon û rêgezên mafên mirovan bigre ber çavan şerekî bê exlaq li ser herema Kurdistanê pêk tîne. Di her dem û kêliyê de şoreşa Rojava weke dijminê xwe diyar kiriye û li ser vê bingehê wek temamkirina gefê xwe bi her şêwazan êrîşên xwe pêk tîne. Di nava deh salan de îstiqrar, aramî û jiyana jin, zarok, mêr û xwezaya wan di nava metirsiyê de dihêle.

Ji destek dayîna komên terorê û dij mirovahiyê ê ku komkujî li dijî herêmê di her kêliyê de pêk anîn û hê jî ev kiryar didomin. Ji dagirkirina gelek herêman û koçkirina gelê wê bi darê zorê, ji bo pêkanûna armancên xwe ya  guhertina demografî, ji xirabkirina xwezayê qutkirina dar û ava li ser herêmê, ji armanc giritina pêşeng û rêveberên jiyana azad bi rê û rêbazên qirêj û bê exlaq. Her wiha îro jî di setên piştî nîvrode wek berdewamiya van êrîşan carek din û bi riya dironan êrîşî kedkarên qenala JIN TV hat kirin. Bi vê êrîşa tirsonek û ya bê pîvan ku sivilan û nûçegahanê ku ji ber şopandin û ragihandin û eşkerekirina van gefan bi şev û roj li ser piyane kirin hedefa êrîşên xwe. Li gorî qanûnê cîhanê nabe ragihandin bê hedef girtin. Lê ji ber ku dewleta tirk bala cîhanê  nekşîne li ser teror û kiryarên xwe yê ne mirov ane ev êrîşa tirsonek li dijî endamên ragihandinê pêk anî.

Em weke Meclisa Kongra Star hedefgirtina jin, zarok, civaka sivîl û bi giştî ragihandin ku dibe çavê heqîqetê ku dibin hedefa êrîşên li derveyî pîvanên mirovî  şermezar dikin û em dengê xwe digihînin tevahiya saziyên mafê mirovan ê ku bi nave parastina mirovan û mafê wan xwe bi nav dikin û pênase dikin ku xwe nebihîstî nekin û ji nedîtî ve negrin dest, bi erkê xwe yê mirovî rabin.”