Kongra Star: Em jinên Suriyê vedixwînin têkoşînê
Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê nivîskî da û got: “Em bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Suriyeke Demokratîk a ne navendî avabikin.”
Navenda Nûçeyan – Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî geşedanên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser Şoreşa Jinan daxuyaniyekê nivîskî da.
Daxuyaniya Kongra Star wiha ye:
“Weke ku tê zanîn ji aliyê çeteyên muxalîf ve gelek bajarên Suriyê hatin dagirkirin û rejîma Baasê hate rûxandin. bêyî ku parastina welatê xwe bikin hemû artêşa Suriyê dev ji xaka xwe berdan çûn. Li hemberî vê yekê li qadên rizgarkirî û qadên rêveberiya xweser a Bakur Rojhilatê Suriyê hemû gelên heremê û bajarên xwe parastin û nehîştin gel di qirkirinê re derbas bibe. Ji bo wê jî gelên me yên Efrînê yên ku ji Efrînê koçber bibûn li Şehbayê ji bo vegera Efrîna dagirkirî li berxwe didan û têkoşîna azadiya xwe dikirin. Lê belê, ji aliyên çeteyan ve êrîşên dijwar li ser Şehba û Til-Rifetê pêkhatin û di encama van êrîşên Cebhet-El Nûsra de ji bo parastin û ewlekariya gelên Şehba û Efrînê biryar derket û anîna wan ji bo herema Bakur Rojhilatê Suriyê çêbû.
Di encamên vê koçberiyê de gelek zehmetî derketin pêş lê bi berxwedanî û têkoşînê ve me parastina civaka xwe û gelê xwe pêkanî. Ji destpêka şoreşa Rojava heya niha di hemû kar û xebatên înşakirina sîstema jiyana demokratîk de armanca parastina axa xwe, welatê xwe û gelên heremê nêzikatiya me ya sereke bû. Ji bo avakirina sûriyeke demokratîk jî gelek hewildan û xebatên dîplomasiyê jî çêbûn. Di encama avakirina şoreşa Rojava de ji bo ewlekarî û parastina axa xwe û gelên heremê artêşa QSD,YPG û YPJ’ê ava bûn. Bi hêza parastina cewherî ve destkeftî û nirxên şoreşê hatin parastin. Bi rêxistina gelên şoreşgerî ve hewildanên avakirina civakeke polîtîk û exlaqî hatin meşandin. Bi avakirina sîstema xweseriya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Suriyê ve giştî netewên ku li heremê jiyan dikin hatin himbêz kirin û sîstema jiyana demokratîk û azad a ku bi felsefeya Netewa Demokratîk tê înşakirin.
‘YPJ’ê ji hemû jinên cîhanê re bû mînak’
Di avakirin û xebatên înşakirina sîstema xweseriya demokratîk û Netewa Demokratîk de gelek jin û keçên herêma Bakur Rojhilatê Suriyê cihê xwe di nava şoreşa Rojava û xebatên înşakirinê de cih girtin. Di heman demê de di nava şoreşê de hêza YPJ’ê ava bû û li hemberî zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê şer kirin, bi têkoşîn û berxwedanê ve gelên heremê parastin. Di asta fedayîtî de şer kirin û li berxwedan û bi serketin. Di encamê de çeteyên DAIŞ’ê jî hatin têkbirin. Îro têkoşîn û berxwedaniya hêza YPJ’ê û hêza pêşengtiya jinên şoreşger, sîyasetmedar, xebatkar û endamên ku di avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de ked dane, li berxwedan, îro ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak, bû sembol û hêviyên azadiyê.
‘Jinan pêşengtî kir’
Rola jinan di avakirina suriyayek demokratîk de di asta pêşengiyê de bû û tevlîbûna xwe di her qadên jiyanê de dan xuyakirin. Bi hebûna îradeya jinên azad û demokratîk ve rola pêşengiya şoreşa jiyana azad ji aliyê jinan ve hate nîşandan. Hem di parastin, şerkirin û hem jî avakirina sîstema jiyana demokratîk û azad de jinan pêşengtî kir û rola pêşengtiyê de gelek deskeftî hatin qezençkirin û nirxên şoreşê bi pêşengtiya xwe ve parastin û hîn jî diparêzin. Weke ku tê zanîn îro di encama hilweşîna rejîma Suriyê de wê gelek xêrnexwaz, çeteyên paramîlîter û desthilatdar wê jiyana gelên heremê bixin xeteriyê de û taybet jiyana jin û zarokan û gelên azadîxwaz bikeve nav aloziyekî mezin de.
Bang li jinan: Bibin yek
Ji bo em xwe ji alozî, belavbûn û dagirkeran biparêzin û rizgar bikin pêşengtiya jinan pêwîst dike. Destûra nû ya ku jibo Sûriyê bê avakirin de divê jin jî têde cih bigrin û rola xwe ya pêşengtiyê ji vê yekê re bikin. di avakirina suriyeke pêşerojê de divê jin tê de pêşeng bin û bibin aktorên sereke. Ji bo vê jî em wek meclîsa Kongra Star A Rojava bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Suriyeke Demokratîk a ne navendî avabikin. Em jinên Suriyê vedixwînin têkoşîn û berxwedanê û banga pêkanîna rola pêşengiyê dikin. Li ser van esasan em bi armanca ewlekarî, parastin û çareserkirina pirsgirêkên civakê ve erkên ku bikeve ser milên tevgera Kongra Star çi be em ê pêk bînin. Ji bo parastina jinan têkoşîn û berxwedaniyê bidomînin.
Ji bo wê jî em bang hemû rêxistin, sazî û jinên Suriyê dikin da ku em bi hev re bibin yek û em wek jin nehêlin di nava civakê de tukes tevlîheviyan derbixînin û zirarê bide civakê. Em ê pêşiya vê kaos, kirîz û tevliheviyê bi hêz, têkoşîn û berxwedaniya vîna jinan ve têk bibin.”