Kongra Star: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Meclisa Kongra Star a Rojava di salvegera sêyemîn a komkujiya Helincê de ku di encamê de Endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û Emîna Weysî hatin qetilkirin daxuyaniyek nivîskî weşand.

Qamişlo – Meclîsa Kongra Star a Rojava bi boneya sêyemîn salvegera Komkujiya Hêlincê ya 23'ê Pûşpera 2020'an li Kobanê ya Herêma Firatê pêk hatibû û di encama komkujiyê de Endamên Kongra Star Zehra Berkel, Hebûn Xelîl û Emîna Weysî jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star di daxuyaniyê de bal kişand êrişên dewleta Tirk a li dijî heremên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kir ku êriş destkeftiyên jinan û pêşengên şoreşa jinê hedef digre û got, “Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin.”

Kongra Star di daxuyaniya xwe de bal kişand komkujiya Hêlincê ya li Kobanê û got ku bi vê êrişê re ji bo şikandina îradeya gel bi sîyaseta qirkirinê jin hatin hedefgirtin. Di daxuyaniyê de bal li ser têkoşîna jinan hat kişandin û hat gotin ku jinên pêşengiya şoreşê dikin û li dijî feraseta baviksalar tê dikoşin ji aliyê dewleta Tirk ve hedef tên girtin.

‘Em ê destkeftiyên jin biparêzin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Piştî şoreşa Rojava û bi felsefe û ramanên Rêber APO ku bê cudahiyê di navbera jinên kurd, ereb û suryan de û di xeta rêbertî de rêya azadiyê ji hemû jinan re vekir. Li ser xeta şehîdan ku bi findên ronahiyê li ber me bi bedena xwe vêxistin û rêya azadî û têkoşîna şehîdên ku têkoşiyan û gihîştin şehadetê. Giyanê wan ji bo hemû jinên cîhanê bû sembola aşîtiyê û di bin dirûşmeya (Jin, Jiyan, Azadî) şehîdên Helincê û şehîdên din ên Rojava û şehîdên azadiyê yên li hemû cîhanê wê bibin pira di navbera azadî û hemû jinan de ji bo aştî, têkoşîn û berxwedanê  berdewam bikin û weke ku Rêber Abdullah Ocalan dibêje ‘jin jiyan e, jin civak e û civaka azad tê wateya neteweya demokratîk e.’ Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modela azadiyê ne, ya ku di şoreşa Rojava de derketiye holê, em ê destkeftiyên vê şoreşê biparêzin û xurt bikin, êrîşên ku herêmên me û gelê me yê berxwedêr dikin hedef şermezar dikin ku bi taybetî ev êrîş jinan hedef digre."