Kongra Star: Em ê bi ruhê dayika Xalîde têkoşîna xwe berdewam bikin

Kongra Star bi daxuyaniyek teqîna ku îro li bajarê Qamişlo li dijî wesayîtekî pêk hat û di encamê de Xalîde Mihemed Şerîf û kurê wê Hejar Ednan Silêman jiyana xwe ji dest dan, şermezar kir.

Qamişlo- Îro nîvro  li kêleka Navenda Poste û Peywendiyan û gereca otobûsan a taxa Enteriyê ya Rojhilatê bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wesayîtek de teqîn pêk hat. Di encama teqînê  de Xalîde Mihemed Şerîf a 40 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman ê 24 salî jiyana xwe ji dest dan.

Li dijî vê êrîşî jinên bajarê Qamişlo daketin qadan û bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star, êrîş bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de endamên tevger, rêxistin, sazî û dezgehên jinan amadebûn.

‘Dayika Xalîde û kurê wê hate armancgirtin’

Daxuyaniya ku ji aliyê Berdevka Kongra Star, Rihan Loqo ve hate dayîn wiha bû:

“Di serî de em rêhevala xwe û dayika welatparêz ya ku bi ruhê fedaî û welatparêziyê di civaka Qamişlo de dihat naskirin bibîrtînin, Xalîde Mihemed Şerîf, îro di encama êrîşa dewleta Tirk a faşîst û dagirker û qirker de jiyana xwe ji dest da. Dewleta Tirk bê navber êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destkeftiyên me dike. Dewleta Tirk her gavê endizyer û pêşengê vê şoreşê bi armanca siyaseta xwe ya qirkirinê di ernîgariya me de berdewam dike. Li pêşiya tevahî cîhanê îro li bajarê Qamişlo, dayika me Xalîde û kurê wê yê 24 salî Hejar, hatin armanc girtin. Di serî de em her du hevalên xwe û pêşengên xwe her du qehremanên xwe  bi bîr tînin û bejina xwe li hember wan ditewînin.”

‘Êrîş li ber çavê cîhanê pêk hat’

Rihan Loqo di dewama daxuyaniyê de bêdengiya cîhanê li hember êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got:  “Armanca dewleta Tirk ewe ku bi rêya hedefgirtinê re îradeya me ya azad, berxwedana gelan û hêza gelan ku bi pêşengtiya jinan û ciwanan pêş dikeve, têk bibe. Îro ne tenê netewek, tevahî ol, bawerî li derdora felsefeya Jin Jiyan Azadî kom dibe. Her ku asta têkoşîn, berxwedan û rêxistinbûnê bilind dibe, êrîşa dijmin zêdetir dibe. Ev êrîş li ber çavê tevahî cîhanê tê kirin, mixabin bêdengiyek mezin heye. Bêdengiya ku dewam dike, destekê wan ji dewleta Tirk re rawe dike. Niha kêliya ku em kom bûne, 8 balafirên bêmirov  li ser ezmanê Qamişlo digere, ev yek bi destûra navneteweyî digerin. Em vê bêdengî û erêkirina êrîşê şermezar û rexne dikin. Kes nikare îradeya civaka me bişkîne. Girêdana me bi şehîdê me re girêdana me bi rêheval û qehremanê vê şoreşê re heye. Metirsiya dewleta Tirk, ji pergala me ya ku jin pêşengtiya wê dike heye. Dewleta Tirk roj bi roj êrîşên xwe yên qirkrinê, dagirkeriyê bê navber li hember herêmê me zêde dike.”

‘Bi sekina xwe em ê êrîşan vala derxînin’

Em ê heta dawî weke rêxistina jin bi rêxistin, zanebûna xwe û bi ruhê Jin Jiyan Azadî rêxistinbûna xwe berfireh bikin. Li hember van êrîşên qirker û dagirker soza me ewe ku em ê xeyalên wan pêk bînin û planên dijmin li ser Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derxînin. Dewleta Tirk dewletek qirker e û îradeya jina azad ditirse.

‘Em ê destkeftiyên xwe biparêzin’

Rihan Loqo wiha bi dawî kir: “Wê dengê me herdem bilind be û em ê îradeya jina azad, destkeftiyên şoreşê biparêzin. Em ê bi ruhê berxwedana şoreşa 19 Tirmehê destkeftiyên şoreşê biparêzin. Bi ruhê dayikên welatparêz yê ku bi zanistek mezin me hînî welatparêzî û parastina ax û nasnameyê kirine, em ê bi ruhê dayika Xalîde têkoşîna xwe berdewam bikin. Bimre îxanet, bimre dagirkerî û planên wan. Em her dibêjin berxwedan jiyan e.”

Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.