Kongra Star: Em ê bi hêza xwe pêşiya tundiya sîstematîk bigrin

Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir ku rêxistinên jinan dê hêza xwe bikin yek û li dijî pergala zayendperest sekneke bi bandor nîşan bidin.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona Kongra Star bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan

a Navnetewî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Em destpêkê xwişkên Mîrabel ku bi têkoşîna xwe ya li dijî desthilatariyê, mîrasa berxwedan û bedeldayînê ji me re hiştin û bûn sedem ku ev roj weke roja têkoşîna li dijî tundiyê bê destgirtin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê van têkoşeran de ji dîrokê ve heta roja me ya îro hemû qehreman, têkoşer, fedakar û pêşengên me yên hêja Rosa Luksenburg, Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê, Sosin Bîrhat, Yusra, Leman, Aryen Mako, Gulistan û Hêro Bahadîn û bi hezaran têkoşerên ku  me navê wan nenivîsî  bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê doza wan mezintir bikin.

‘Li Sûriyeyê siyasetek li dijî jinan tê meşandin’

Weke tevgera Kongra Star ji avabûyînê ve heta niha li ser mîrasa berxwedana kesên ji bo azadiyê bedel dane em meşiyan û mezin bûn. Em xwedî li ked û berxwedana wan derketin. Îro jî li dijî zihniyeta cîhadîst bi hemû hêza xwe ya siyasî, polîtîk, civakî ve em têkoşîneke bêhempa didin meşandin. Zihniyeta serdest di sedsala 21’ê de di şexsê jinan de gelek êrîş li ser civakê pêk anîn. Em vê êrîşê weke êrîşek rasterast a fîzîkî, derûnî û siyasî dibînin. Em ji Rojîn Kabaîş, Gulistan Doku, Narîn Guran bigre heta Aşna Xesrewan, ji Jîna Emînî bigre heta jinên li herêmên peravê dîsa jinên li herêma Suweydayê;  tenê îsal bi sedan jin hatin qetilkirin. Em bala xwe bidinê her ku hêza jinan zêdetir derket pêş, rêxistinbûyîna xwe zêdetir ava kirin, êrîşên sîstematîk jî zêdetir dibin. Dîsa li Sûriyeyê bi rejîma ku anîne ser hukum, siyaseteke rasterast ku jinan hedef digre û bê îrade dihêle tê meşandin.

‘Jin bê îrade tên hiştin’

Em vê bi eşkere di qanûnên ku tên derxistin ên li dijî îradeya jinan, di siyasetê di qadên jiyanê yên din de rênedayîna jinan, heta derketina jinan a derve, cil û berg de zextên ku li ser wan tên meşandin de dibînin. Li Sûriyeyê îro zihniyeteke wisa tê meşandin ku serdema navîn jî borandiye. Ji aliyekî ve pergala me ya Rêveberiya Xweser bi hemû hêza xwe û bi têkoşînê dixwaze jinan bi îrade bike ji bo wê jî hewl dide lê aliyê din pergaleke ku ji hêla cîhadîstan ve tê meşandin ji bo ku jinan zêdetir bixe bin erdê, ji civakbûyînê qut bike heye û di nava hewldanan de ye. Em jî dizanin ku erka me di vê derê de pir mezin e û rola ku me daniye ser milên xwe gelek giran e. Desthilatdariyê bi taybetî di van salên dawî de zêdetir li ser olperestî û zayendperestiyê kar kir. Bi taybetî ji bo zayendperestiyê kûrtir bike, beşên îslama radîkal kirin xwedî rol. Li Efganistanê Talîban, li Sûriyeyê HTŞ, ji ber wê yekê bi cih kirin û rê dane. Îro di şexsê van tevgeran de îradeya jinan heta dawiyê tê şikandin, bê nasname, bê îrade tên hiştin. Bi zanebûn tên tirsandin da ku jin ji malên xwe dernekevin. Eger jin ne xwedî rêxistin bin dê neçar bimînin li beramberê qanûnên wan ên hovane serî bitewînin.

‘Divê jin hêza xwe bikin yek’

Di şexsê jinên Suweydayê, jinên li peravê de me dît ku jinên bê rêxistin bin bi gelek bûyerên xirab re rûbirû dimînin. Weke jin pêwist e em vê yekê baş bizanibin ku tu dewlet piştgiriya azadiya jinan nake. Tu dewlet jî naxwaze jin xwedî îrade bin. Ev di mînakên van deran de eşkere hatin dîtin. Bi taybetî îsal jinên li Suweydayê, li peravê hatin qetilkirin û yên ku hatin revandin û firotin hene ev şermeke mezin e. Ev şerma hemû cîhanê, hemû mirovahiyê ye. Pêwist e jin van kiryaran qebûl nekin. Bêdengî jî şermeke mezin e. Di çalakiyan de dema ku em hêza xwe bikin yek wê encamên berbiçav çêbibin.

‘Em ê bi hêza xwe pêşiya tundiya sîstematîk bigrin’

Em di wê baweriyê de ne ku ji vir şûnde wê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên Sûriyeyê rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin û li dijî pergala dijminên jinan sekneke mezintir nîşan bidin. Bi taybetî di vê pêvajoyê de weke rêxistinên jinan divê em hêza xwe bikin yek bersiveke herî mezin ji bo desthilatdariyê bidin. Em dibêjin bi boneya vê rojê rêxistinên jinan dê hêza xwe bikin û li dijî pergala zayendperest sekneke bi bandor nîşan bidin. Li hemberî van kiryaran em weke jinên Sûriyeyê bizanibin ku yekîtiya me wê çareseriya esasî bi xwe re bîne. Ji ber wê em ê bi hêza xwe Rojhilata Navîn a demokratîk û komunal ava bikin û pêşiya tundiya sîstematîk bigrin.”