Kongra Star êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Kongra Star ya kantona Efrîn-Şehba li dijî bûyera ku duh li Qamişlo pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ê li dijî êrîşan têkoşîna xwe bidomînin.

Şehba- Li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet êrîşên ku du li Qamişlo pêk hatiye û di encam de berevka Kongra Star Xalîde Mihemed Şerîf a 45 salî û kurê wê Hejar Ednan Silêman a 24 salî jiyana xwe ji dest dan, Kongra Star Efrîn-Şehba li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehabyê daxuaynî da. Di daxuayniyê de endamên kongra Star beşdar bûn û wêneyên pakrewan Xalîde û kurê wê her wiha alên Kongra Star hildan.

Daxuyanî ji aliyê Koordinisiyona Kongra Star Efrîn-Şehba Rîhan Elo ve hate xwendin.

Rîhan di destpêka daxuyaniyê de êrîşên ku duh li bajarê Qamişlo pêk hat şermezar kir û got: "Bi navê jinên kantona Efrîn-Şehba, em bûyera hedefgirtina berdevka Kongreya Star Xalîde û kurê wê Hejar bi tundî şermezar dikin. Bi vî rengî careke din diyar dibe ku dewleta Tirk a dagirker roj bi roj êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet tevgera jin û pêşengên jin, bi hemû rêbazan di wesayîtan de danîna mayînan  û bi balafirên bê mirov  didomîne. Careke din tekezî li ser pêwîstiya tevger û hevgirtina hemû pêkhateyên herêmê dike ku li dijî êrîşên qirkirinê tekoşîna xwe bilind bikin."

‘Em ê têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin’

Di dawiya daxuayniyê de Rîhan Elo bang li rawestandina êrîşên hov kir û wiha vegot: "Di demekê de ku em sersaxiyê ji malbatên şehîdan, Tevgera Jinên Azad û hemû pêkhateyên herêmê re dixwazin, em bang li hemû welat û rêxistinan dikin ku li hember van kiryaran bêdeng nemînin. Em ji cîhanê re bibîrdixin ku em parêzvanên aşitiyê ne û hîn jî em di xeta têkoşînê de ji bo bidestxistina mafên xwe yên rawa dimeşin, em bi biryar in ku heta armancên şehîdên xwe di Sûriyeyeke azad, demokratîk, nenavendî û garantîkirî de pêk neyînin em ê têbikoşin û berxwedana xwe bidomînin."

Daxuyanî bi diruşmeyên "Jin Jiyan Azadî"û"Bimire Îxanet" dawî bû.