Kongra Star: Dijî xweza û mirovan binpêkirinên hovane têne kirin

Meclîsa Kongra Star têkildarî rewşa li herêmên Suriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin daxuyaniyek weşand û li hemberî pêkanînan banga xurtkirina yekitiyê kir.

Navenda Nûçeyan – Meclîsa Kongra Star têkildarî rewşa li herêmên Suriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku li herêmên ku ji aliyê Tirkiye ve hatine dagirkirin li dijî xweza û mirovan binpêkirinên herî hovane têne kirin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, ango ji 18’ê Adara 2018’an ve heta niha Tirkiye gelek tawanên şer dike û destdirêjiyê li ser herêmê ji bo koçberkirina xelkê xwecihî dan meşandin da ku proseya guhertina demografîk li herêmê pêk bîne. Herêmê ji pêkhateya Kurd vala bike û her kesê ku li dijî siyaseta wê ya şovenîst, nijadperest ji holê radike.

Pêkanînên sûc ên li hemberî jinan zêde bûne

Her wiha siyaseta demokrasî û dadperweriyê ya beriya dagirkirina herêmê ji aliyê niştecihên wê ve dihat birêvebirin, bi taybetî jinên ku hemû mafên xwe digirtin hedef digire lê bi destpêkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê re rewş bi tevahî guherî û bi hezaran binpêkirinên li dijî jinan pêk hatin, di nav de tundî, destdirêjiya fizîkî û derûnî, dizî, girtinên kêfî, destavêtin û heta qetilkirinê, dawî lê nehat.

Binpêkirinên dagirkeriya Tirk heta îro berdewam dikin

Di vê mehê de careke din binpêkirina mafê jiyanê di kesayeta jinên Efrînî Zuleyxa Îsa Sîdo ya ji gundê Meydankî de ku di encama qezayeke plankirî de ji aliyê wesayîteke leşkerî ve birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Dagirkeriya Tirk ev sûcê bêexlaq jî di bin zextên rasterast ên saziyên ewlehiyê yên girêdayî wê de vedişêre. Piştî 6 salan ji dagirkeriya dewleta Tirk, em dibînin ku Tirkiye bi awayên cûr be cûr hewl dide tirs û xofê di nava gelê xwecihî de biafirîne da ku wan ji holê rake û neçar bike serî bitewînin an jî ji herêmê derkevin.

Banga yekitiyê

Em weke Kongra Star li ser navê hemû jinên ku rastî neheqî û bêedaletiyê tên, di serî de jinên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de dijîn û ditirsin gotinek jî bînin ziman, em bang li hemû kesayet û rêxistinên jinan dikin ku ji bo dawî li van sûcên li herêmên dagirkirî yên li dijî jinan bînin bibin yek û ji bo eşkerekirina bi hezaran sûcên ku ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine kirin bixebitin.

Careke din em teqez dikin ku Tirkiye welatekî cîran e lê desthildar û dagirker e bi êrişkarî û binpêkirinên xwe hemû pîvanên exlaqî binpê dike û hemû peymanên navneteweyî binpê dike.”