Kongra Star di warê dîroka jinan de perwerde da mêran
Kongra Star li taxa Şêx Meqsûda Helebê der barê mijara zayendperestiya civakê û azadiya jinan de dewreyeke perwerdeyê da mêran. Mêrên ku beşdarî perwerdeyê bûn diyar kirin ku perwerde ji bo wan hem hînbûn, hem jî guherîn e.

MÎDÎA MUQTAD
Haleb – Kongra Star li taxa Şêx Meqsûda Helebê der barê mijarên zayendperestiya civakê û azadiya jinan de perwerde da mêran. Mêrên ku beşdarî perwerdeyê bûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku bi dîtina wê mijara perwerdeyê têkoşînê jinan zêdetir nas kirine.
Endama perwerdeyê ya Kongra Star Mona Kabak behsa astengiyên ku di pêvajoya yekem a perwerdeyê de rast hatine kir û destnîşan kir ku destpêkê mêran têgeha azadiya jinan û dîroka jinan qebûl nedikir û wiha got: “Di demên destpêkê de agahdarkirina ji rewşa jinan ji bo mêran gelek zehmet bû lê niha em ji wê astê derbas bûne.”
‘Perwerde guhertinê dide avakirin’
Yek ji mêran beşdarî perwerdeyê bûye Muhammed Alî diyar kir ku naveroka perwerdeyê gelek dewlemend bû û wiha got: “Me gelek sûd ji perwerdeyê girt û ders der barê mijarên civaka xwezayî, ol û koletiyê de bû. Di aliyê fikir de bi me re guherîn çêbû. Mêran di nava civakê de rolê xwe winda kirine û otorîteya dewletê li ser mêr hat sepandin, ev jî bandorek neyênî li ser jiyana civakê û bi teybetî ya jinan kiriye. Jin ji bo wekheviyê bidin avakirin gelek têkoşiyan. Ji bo wekheviyê ne tenê jin divê mêr jî ji dîroka jinan, tiştên di nava civaka me de diqewimin agahdar bin.”
‘Divê mêr perwerde bibînin’
Hevşaredarê Eşrefiyê Asaad Aref wiha got: “Perwerde bû firsendek ji bo zîhniyeta mêrsalarî ku rastiya jinan û nasnameya wan tune dike. Hemû mêr ji bo zîhniyeta xwe biguherînin û sûdê bide pêşketina civakê divê dersên entelektuel bibînin.”
Endamê şaredariya gel a Halîl Omer da zanîn ku perwerde civakê pêş dixe û sûdê dide kesayeta mêran, ew perwerdeya ku dît di keseyeta wî de guherîn daye avakirin.