Kongra Star: Dewleta Tirk dixwaze DAÎŞ’ê ji nûve zindî bike

Kongra Star bertek nîşanî biryara Doza Kobanê da û diyarkir ku ev biryar bi temamî siyasî ye û ji bo ji nûve vejînkirina DAÎŞ'ê ye.

Navenda Nûçeyan- Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryara dewleta Tirk a derbarê ’Doza Kobanê’ da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara derbarê ’Doza Kobanê’ hat dayîn careke din îsbat dike bingehê dewleta Tirk a faşîst li ser dek û dolaban hatiye avakirin û wiha hate gotin: “Li Tirkiye mafên mirov, jin, zarok û newetyên cuda nîn in û dewleta Tirk di hişmendiya faşîst de israrê dike. Hişmendiya faşîst a AKP-MHP'ê êdî ne tenê ji bo gelên Tirk û Kurd, di heman demê de ji bo cîhanê xeteriyek mezin e. Tirkiye û Rojhilata Navîn ber bi tarîbûnê ve dibin û Tirkiye kirine zîndanek ser vekirî.”

‘Erdogan parastina DAIŞ’ê dike’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di Doza Kobanê de careke din jî îsbat bû ku Erdogan û Bahçelî DAÎŞ'î ne, serkêşiya wan dikin, xwedî hişmendiyek îslama siyasî ya tundraw in, qatilê jin û zarokan ne û ev tişt hate gotin: “Cezakirina bi dehan endamên HDP'ê yên bûne sembola têkoşîna demokrasiyê jî nîşaneya vê siyaseta faşîst e. Ev biryarên hatine dayîn jî bi temamî siyasî ne û ji bo parastina DAÎŞ'ê û ji nû ve vejînkirina wê ye. Di roja îro de bi dehan berpirsên DAÎŞ'ê yên kujerên jin û zarokan bi awayekî azad li Tirkiye digerin û Erdogan parastina wan dike. Lê kesên rewşenbîr û demokrat ên ji bo civaka xwe rast û ji dil kar dikin di zîndanan de ne.”

‘Tehemûla AKP ji azadiya jinê re nîne’

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tehemûla AKP'ê ji azadî, pir çandî û azadiya jin re nîn e, lewma bi pêşengtiya DAÎŞ'ê dixwaze dewlemendiya Rojhilata Navîn û Mezopotamya tune bike û  wiha hate gotin: “Ji bo wê jî bi rêbazê faşîzmeke ku ji Hîtler derbaskirî, hemû rê û rêbazên kirêt bi kar tînin.

Ji bo jin di nav siyaseta demokratîk de cih negrin û nebin xwedî biryar, wan kirine armanca xwe û bi awayekî vekirî dijminahiya wan dikin. Li Tirkiye jinên ku pêşengiya civakê dikin û li dijî hişmendiya dewleta zilam têdikoşîn, kirine zîndanan û dixwazin wan bê bandor bikin. Em wekî Kongra Star van biryarên wan nasnakin, bi tundî şermezar dikin. Ji bo jin karibin hîn bêhtir ji civakê re pêşengtî û xizmetê bikin em ê di xeta siyaseta demokratîk û jina azad de israr bikin."