Kongra Star: Destkeftiyên jinan ji bo pêşerojeke demokratîk jêneger in
Kongra Star bi wesîleya şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina destkeftiyên jinan, ji bo Sûriyeya demokratîk û jiyana hevpar a gelan referanseke dîrokî û jêneger e.
Navenda Nûçeyan – Kongra Star bi nêzbûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê ku wekî şoreşa jinan ketiye dîrokê, daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniya xwe de li ser pêşketin, guhertin û veguhertinên ku Şoreşa Rojava bi jinan, civak û nava jiyanê de ava kiriye hat sekinandin. Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku parastina destkeftiyên ku jinan bi bedêlên mezin bi dest xistine, ji bo pêşerojeke demokratîk jêneger e.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
Di daxuyaniyê de cangoriyên şoreşê hatin bibîranîn û wiha hat gotin: "Em bi rêzdarî hemû şehîdên şoreşê yên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin; li ber bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û wekheviyê de, bi taybetî pêşengên jin ku jiyana xwe feda kirine, bejna xwe ditewînin. Mîrasa wan a ku li dû xwe hiştine, ji bo jiyana hevpar a gelan, azadiya jinan û lêgerîna civaka demokratîk dê bibe referansek girîng."
‘YPJ bû sembola rêxistinbûna jinan’
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser guherîna civakî ya ku bi şoreşê re pêk hatiye û wiha berdewam kir: "Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne tenê pêşketineke ku hevsengiyên siyasî guherandiye, di heman demê de wekî veguherîneke civakî ya ku rola jinan di civakê de ji nû ve pênase kiriye, derketiye pêş. Xuyabûna zêdetir a jinan di warên siyaset, rêveberiya herêmî, perwerde, jiyana civakî û parastina xweser de, yek ji aliyên herî balkêş ên vê pêvajoyê bûye. Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jî ne tenê wekî hebûneke leşkerî, her wiha wekî yek ji sembolên xwerêxistinbûna jinan û parastina xweser a wan derketiye pêş."
‘Sînordarkirina jinan ji bo me nayê qebûlkirin’
Di daxuyaniyê de metirsiyên li ser paşeroja Sûriyeyê û destkeftiyên jinan jî hatin ziman û wiha hat gotin: "Îro jî dema ku nîqaşên li ser pêşeroja Sûriyeyê didomin, parastina destkeftiyên ku jinan heta îro bi dest xistine, mijareke girîng û jiyanî ye. Lê belê, rewşên ku îro jî wekî sînordarkirina beşdarbûna jinan di jiyana giştî de, dûrxistina wan ji mekanîzmayên biryargirtinê an jî ji nû ve avakirina jiyana civakî li gorî têgihîştinên yekreng, ji bo me weke jin nayên qebûlkirin. Her têgihîştineke ku jinan tenê di nava qalibên diyarkirî de pênase dike; kesên din biryarê didin ka ew çawa bijîn, çawa cil û bergên xwe hilbijêrin, li ku derê bixebitin, dikarin di siyasetê de cih bigrin an na, ne tenê azadiya jinan, azadiya tevahiya civakê jî dixe xeterê."
‘Ewlekariya rastîn bi azadiya jinan gengaz e’
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêyî jinan demokrasî nabe û ev tesbît hatin kirin: "Di civakeke ku jin ji jiyana giştî tên dûrxistin de, demokrasî lawaz dibe. Di pergala ku jin ji mekanîzmayên biryargirtinê tên derxistin de, dadwerî kêm dimîne. Di sîstemeke ku ked û xebata jinan nayê dîtin de, mirov nikare behsa wekheviyê bike. Nêzikatiyên ku azadiya jinan tenê li ser bedena wan pênase dikin, hewl didin wan nedîtî bikin an jî armanc dikin hebûna wan di hemû qadên jiyanê de sînordar bikin; ew aştiya civakî xurt nakin, berevajî, polarîzasyon û newekheviyê kûrtir dikin. Ewlehiya rastîn bi pergala ku jin bikaribin azad bijîn; di perwerde, siyaset, aborî û hemû qadên jiyana civakî de bi awayekî wekhev cih bigrin, gengaz e."
‘Parastina destkeftiyan berpirsiyariyeke hevpar e’
Daxuyanî bi vê bangawazî û biryardariyê bi dawî bû: "Di salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em careke din diyar dikin ku parastina maf û destkeftiyên jinan bi salên dirêj û bi bedêlên mezin bi dest xistine, berpirsiyariyeke hevpar a hemû kesên ku dixwazin Sûriyeya demokratîk û pirreng ava bibe ye. Pêşerojeke ku îradeya jinan tune nahesibîne, wan weke hêza bingehîn a avakirina jiyana civakî qebûl dike; yek ji bingehên herî bihêz e ji bo jiyana hevpar a gelan, hemwelatîbûniya wekhev û aştiya mayînde. Em bi rêzdarî hemû kesên ku ji bo azadî, wekhevî û pêşerojeke bi rûmet jiyana xwe ji dest dane careke din bi bîr tînin û radigihînin ku parastina destkeftiyên jinan, ji bo mafên mirovan, dadweriya civakî û pêşerojeke demokratîk şertekî jêneger e."