Kongra Star DEM Partiyê pîroz kir: Bi pêşengiya jinan wê serkeftin a me be

Kongra Star, serkeftina DEM Partiyê ya di hilbijartinên şaredariyan de pîroz kir û wiha got: “Bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst têk çûn. Bi pêşengiya jinan wê serkeftin a me be.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kongra Star, bi daxuyaniyeke nivîskî serkeftina DEM Partiyê di hilbijartinên şaredariyan ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de pîroz kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêbertî gotiye sedsala me sedsala azadiya jinan e lewma em dibînin çawa bi pêşengiya jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê jin bi rol û misyona xwe radibin û bi taybetî di hilbijartinên şaredariyan ên li Bakurê Kurdistanê de bi vîn û hêzeke pir xurt di nava gund û bajarên Kurdan de xwedî roleke mezin bûn ku bihêlin Kurd li dengê xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe xwedî derkevin. Bi kedeke mezin di 75 bajaran de Kurd bi ser ketin û planên partiya AKP’a faşîst têk birin. Ev sîstema ku bi hemû rê û rêbazan dixwaze Kurdan ji holê rake lê bi hevgirtina gelê Kurd û kesên azadîxwaz planên Erdoganê faşîst têk çûn.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jî weke Meclisa Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê bi hezkirin û kêfxweşiyeke pir mezin pîrozbahiyên bi coş, bi hestên germ ji DEM Partiyê û gelê Kurd ê li bakurê Kurdistanê re dişînin û em dibêjin her dem bi pêşengiya jinan dê serkeftin a me be.”