Kongra Star: Bi pêşengiya jinan Kobanê ji tarîtiya DAIŞ’ê rizgar bû

Kongra Star bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê daxuyanî da û got: “Jinan bi pêşengiya YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîstin, weke Arîn Mîrkan ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwe teqand û bû meşaleya ronahiyê li pêşiya berxwedanê.”

Navenda Nûçeyan– 15’ê Îlona 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi hemû tarîtiya xwe êrîşî kobanê kirin. Bi pêşengiya YPG/YPJ’ê berxwedana li Kobanê hat nîşandan li çar aliyê cîhanê deng veda û bû sedem ku piştevaniyek mezin bê dayîn. 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê hat nîşandan û di wê rojê de li her derê çalakiyên piştevaniya Kobanê hebûn. Ji wê demê ve 1’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê tê zanîn. Kongra Star bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê daxuyanî da.
Dawuyanî wihaye; Em salvegera heftemîn a Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin. 7 sal berê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dorpêçkirin û êrîşên pir giran li ser hatin kirin. Rewş bêhêvî dixuya, lê berxwedana bêhempa ya gelê Kobanê bi taybetî jinan bandorek mezin çêkir. Beşek din a berxwedanê li derveyî Kobanê pêk hat, gel û hêzên demokratîk ên li çar aliyê cîhanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedanê rabûn ser piyan. Berxwedana lehengî ya şervanên YPJ û YPG’ê û desteka ji çar aliyên cîhanê bû destpêka bidawîbûna DAIŞ’ê. Ev ne tenê serkeftina Kobanî, serkeftina hemû cîhanê bû li hember terora DAIŞê ku metirsiyeke cîhanî ye. Her wiha maskeya derewîn a dewleta Tirk û piştgirî ya ji DAIŞ’ê re eşkere bûn. Dewleta Tirk hêvi dikir ku DAIŞ serbikeve ûKobanê û tevahiya Rojava ku qada şoreşa jinê ye bixe bin kontrola xwe û sîstema demokratîk û piralî ya li wir hatiye avakirin têk bibe.”
“YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîst”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser pêşengiya jinê û wiha dom kir: “Jinan bi pêşengiya YPJ’ê di parastina Kobanê de roleke pêşeng lîstin, weke Arîn Mîrkan ku di nava çeteyên DAIŞ’ê de xwe teqand da ku pêşî li pêşveşûna wan bigire û rêhevalên xwe xelas bike. Bi çalakiyên xwe yên milîtanî û wêrek bû sembola berxwedanê. Çalakiya wê di têkoşînê de bû xala serketinê. Kobanê hat rizgarkirin û bajarê wêrankirî ji aliyê gel ji nû ve hat avakirin.
Têkçûna DAIŞ’ê û serkeftina YPG û YPJ’ê ji bo dewleta Tirk bû birîneke kûr. Ji ber vê yekê dewleta Tirk hewl dide ku tiştê DAIŞ’ê li herêmê nekarî pêk bîne bi xwe pêk bîne û êrîşî Kobanê dike. Êrîş û gefên Tirkiyê yên ji bo dagirkirina Kobanê gelek tundin. Di 23’ê Hezîrana 2020’an de li Halincê di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de 3 rêhevalên me, 3 endamên Kongra Star, 3 jinên ku jiyana xwe bi têkoşîna ji bo mafên jinan û demokrasiyê de derbas kirine şehîd bûn. Ev komkujî asta hovîtiya dewleta Tirk û êrîşên wê yên hedefkirî yên li ser jinan nîşan dide. Tişta ku em îro dibînin şahid bi gef û hewlên dagîrkirina hermên me û êrîşa bi firokeyên bê mirovan li ser sivîlan, ne tiştekî din e ji bilî hewldana tolhildana DAIŞê û têkbirina îradeya û moralê  gel. Berxwedana li Kobanê û tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê sivîl berdewam dike. Di vê rojê de em bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz û hemû rêxistinên jinan ên cîhanê dikin ku li dora berxwedanê kom bibin û ji bo têkbirina hêzên faşîst, dîktator û bavikslar careke din rabin ser piyan.
Bijî berxwedana Kobanê, bijî berxwedana cîhanê ya li dijî kapîtalîzm, baviksalarî û faşîzmê, jin jiyan azadi.”