Kongra Star a Zirganê: Jin li dijî qirkirinê têdikoşin

Rêvebera Kongra Star a navçeya Zirganê ya Kantona Cizîrê Delal Mehmûd a der barê xebatên sala 2023'an de axivî, bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser Zirganê û got, “Jin ji bo hebûnê têkoşin.”

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Li hemberî dagirkeriya Tirk a ku ji sala 2018'an ve li Efrînê di 2019'an de li Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê, ji bo parastina nirxên şoreşa xwe jin li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her dem li ser piyan in. Navçeya Zirganê ya girêdayî Kantona Cizîrê  Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê warê jidayikbûna Kurd, Ereb, Êzidî, Xirîstiyanan e, niha bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû ye. Gelek jin û zarok jî birîndar bûne, mînaka herî berbiçav û nêz jinên ku li gundê Bişêriyê pembo berhev dikirin û hatibûn hedefgirtin in.

Di nav pêlên êrîşan ku her roj dorfireh dibin de, binpêkirinên ku di warê qanûnên navdewletî de qedexe ne zêde dibin, jin di riya berxwedaniyê de têdikoşin. Jinan bi hişmendiya ku jin li ku derê bin wê dagirker wan hedef bigrin, biryara mayîna li navçeyê dane û bi xebatên ku dikin bersiva êrîşên ji bo qirkirina nasnameya jin û şoreşa wê didin.

Jin rûxmê êrişan xebatên xwe domandin

Ji destpêka sala 2023'an heta niha Kongra Star li navçeya Zirganê û gundewarên wê 60 civîn, du perwerdeyên ji bo mêran, 55 semînerên giştî her wiha 530 mal hatine ziyaretkirin û ligel serdana malbatên şehîdan. Di heman wextê de beşdarî hemû çalakiyên ku li bajarê Hesekê dihatin lidarxistin dibûn.

Li ser xebatên Kongra Star a navçeya Zirganê Rêvebera Kongra Star Delal Mehmûd axivî.

‘Jin gav paşde neavêtin'

Delal Mehmûd got ku yek ji qadên jin lê şoreşa xwe birêve dibin navçeya Zirganê ye û wiha domand: "Zirgan jî qadeke jinan a şoreşê ye, ji ber ku qada şoreşê ye jin zarok, ciwan û her ferdek di nav de xwe birêxistin dike, dibe hedefa dewleta Tirk a dagirker. Ligel xebatên me yên rêxistinî êrîş jî rojane li ser qadê çêdibin lê ev êrîş nebûne sedem ku jin ji gavên 11 sal in pêşve davêjin gavek paşve vegerin. Mesele ne tenê Zirgan, îro li tevahî qadên ku jinan mohra xwe lê dane êrîş li ser çêdibin, di vir de kîna dagirkeran û armancên wan ji şoreşa me zelal dibe. Hedefgirtina karkerên jin di nava pembû de, tê wateya ku dewleta Tirk partiya me ya ku nirxek gelek mezin dide karkeran hedef digre."

Êrîşên li ser jinan û civakê didomin

Delal Mehmûd bal kişand ser xebatên îsal û wiha got: "Pir girîng e ku em her dem vê pirsê bikin ku di nava ewqas êrîşên rojane de em ê çawa bikaribin rêxistina jinan xurt bikin. Xebatên me nehatin sekinandin, serdana gund û malan, lidarxistina semîner civîn û perwerdeyan her dem li gorî rewşa ewlehiyê û êrîşên hovane yên dagirkeriyê domiyan. Bi êrîşan di asta yekemîn de sivîl hedef hatin girtin, ji bo ku navçeyê vala bikin û paşê dixwestin sazî û dezgehên jinan û Rêveberiya Xweser bidin girtin û her kesê ji hatina saziyê bidin tirsandin. Lê ev nebû, her kes li ser karê xwe ye. Yên ku bêtir reng dan û dikaribû rehên xwe hîn bêtir kûr berde vê axa pîroz jin bûn. Em jî weke kongre barê perwerdehiya civakê didin ser milê xwe û berxwedana civakê a ku dibe pîroz dibînin."

'Xwe bi fikrên Rêber Ocalan bi çek kirine'

Delal Mehmûd da zanîn ku civaka Zirganê bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşe û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Îro civak bi fikrên ku ji Rêber Ocalan girtine xwe pê bi çek kirine û li hemberî dagirkeriya tirk têdikoşin. A ku vê têkoşînê birêve dibe, bihêz dike û valahiyên wê dadigre jî jin e. Me di Zirganê de ev tesbît kir ku rêxistina jinan dikaribû bi awayekî berbiçav xwe bide der, 'em Zirganê bernadin' hevoka li ser zimanê jin, zarok, ciwan û kesên temenê wan mezin e. Ha ev helwesta gelê ku bi mal, rih û canê xwe 5 sal in li hemberî dagirkeriyê têdikoşe ye."

‘Hêza me ya cewherî misogeriya serkeftinê ye’

Delal Mehmûd da xuyakirin ku wesayîdên sivîlan û yên sazî û dezghên rêveberiyê jî dibin hedefa gule û topên dewleta Tirk û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dagirkeriya Tirk wesayîdên sivîlan û yên sazî û dezgehên ku xizmeta civakê dikin, li ser riya Til Temir-Zirganê hedef digre. Armanc jî ew e ku sîstema rêxistinî qels bike û qutbûyînek di çûyîn û hatina navçeyan de çêbike. Lê weke Kongra Star, em ê xeta azadiya jinan her dem xurt bikin, bi ruhê jinên ku canê xwe kirine qurbana vê dozê em ê rêxistin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Di sala 2024'an de em ê ji berê zêdetir xebatê bikin û nehêlin dijmin bigihîje mexseda xwe. Em tu bendewariyê ji hêzên garantor nakin, ji ber ku îro em xwe dispêrin hêza xwe ya hundirîn a cewherî û em ê bi wê serkeftinê misoger bikin."